ÊLIH- Yek ji avakar û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye (PDK-T) Şêxmûs Tûrgût dest nîşan kir ku, kombûna Kongreya Netewî ya Kurd ji bo kurdan tiştekî mecbûrî ye û wiha got: "Mijara yekîtiyê, ji bo hemû kurdan xewnek e. Dema pêkanîna vê xewnê hatiye."
Bangawaziyên ji bo kombûn û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd didomin. Yek ji avakar û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye (PDK-T) Şêxmûs Tûrgût dest nîşan kir ku, ew mecbûr in yekîtiya xwe ava bikin. Tûrgût vê rewşê wiha pûxte kir: "Heke em nebin yek, em ê tu carî ne kêfxweş û ne jî bextewar bibin. Hemû cîhan yekîtiya me dixwaze, lê em nabin yek. Her em êrîşî xwe bikin, wê dijminên me jî bêtir êrîşî me bikin. Divê em ji hemû xwîna hatiye rijandin dersê derxînin û yekîtiya xwe ava bikin."
‘JI BILÎ YEKÎTIYÊ TU ÇAREYEK ME TUNE YE'
Tûrgût anî ziman ku, pêdiviya kurda bi kombûn û lidarxistin kongreya netewî heye û wiha diyar kir: "Em dixwazin kongre bicive û em ji bo vê amade ne. Divê ji bo çarenûsa Kurdistanê em bibin yek. Ji bilî yekîtiyê tu çareyek me tune ye."
Tûrgût got, “Banga me li hemû partiyên her çar perçeyê Kurdistanê ye" û wiha domand: "Ji bo pêşeroja Kurdistanê, kombûna vê kongreyê elzem e. Çavê hemû cîhanê li xakên me ye. Ji bo dewlemendiyên me yî sererd û binerd ji me bistînin, serî li her cure riyê didin. Riya rawestandina dijminên me, di yekîtiyê de ye."
‘DEMA PÊKANÎNA XEWNA ME YÎ YEKÎTIYÊ HATIYE'
Tûrgût bi bîr xist ku, mijara yekîtiyê xewna hemû kurdan e û wiha axivî: "Reng û dengê me heman tişt e û madem armanca me jî Kurdistan e, wê çaxê çima em nabin yek. Êdî dema pêkanîna xewna me yî yekîtiyê hatiye. Divê bi şertên wekhev hemû partî Kongreya Netewî ya Kurd bicivînin."
‘DÊ TU FÊDEYA BIRAKUJIYÊ LI KURDAN NEBE'
Tûrgût bi bîr xist ku, Serokê Hikûmeta Kurdistana Federal Mesût Barzanî gotiye, "Heta ez sax bim, ez ê destûra birakujiyê nedim" û wiha domand: "Heke xwîna kurdan bi destê kurdan birije, wê hemû kurd xesarê ji vê wergirin. Ev tiştekî zaf xetere ye û wê bi kêrî dijminên me bê. Divê em dest bidin hevdu. Heke ji bo kongreyê gavek bê avêtin, em jî ji vê re amade ne."