Pêvajoya aştiyê di refê de jî cih negirtiye!

ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkildarî pêvajoya aştiyê pêşniyaznameyeke pirsiyarî berpêşî serokwezîrtiyê kiribû. Berisva vê pêşniyaznameyê ji aliyê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag hat dayîn. Bozdag têkillarî pêvajoyê wiha bersiv da: "Li wezareta me der barê pêvajoyê tu agahî tune ne."

Parlementerê HDP'ê yê Wanê, Lezgîn Botan têkidlarî pêvajoya çareseriyê pirs arasteyî Serokwezîr Bînalî Yildirim kiribûn û di bersiva van pirsan de hat îtirafkirin ku, pêvajoya çareseriyê bi tu awayî di qeydan de cihê xwe negirtiye û di vî warî de tu gav nehatine avêtin.

Botan, di 22'yê hezîrana 2015'an de ji bo Yildirim bibersivîne, têkildarî pêvajoya aştiyê ya di 2013'an de destpêkiribû pêşniyaznameyeke pirsiyarî berpêş kiribû.

‘DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE DEWLETÊ ÇI XEBAT KIRINE?'

Botan, di vê çarçoveyê de ji Serokwzîr Yildirim re ji roja qanûna 6511'an ketiye meriyetê heta niha dewletê çi xebat kriine û encamên van xebatan çi ne pirsî.

‘KÎ, JI BO ÇI PÊVAJOYÊ DA RWESTANDIN?’

Botan, di çarçoevya xebatên mewzûatê yên di qanûnê tên diyarkirin de, pirsî ku ji bo pêvajo bi ser keve tevdîrên îdarî, huqûqî û qanûnî yên çawa hatine girtin û "hilawistina refê" ya pêvajoyê bi bîr xist û wiha pirsî: "Tê diyarkirin ku, bi pêvajoya aştiyê re 19 mehan xwîn neherikiye û welatî li nêvengeke aram û ewlehiyî dijiyan; lê ji bo çi pêvajoya çareseriyê hat rawestabdin û ev biryara ji aliyê kîjan saziya dewletê û bi kîjan hincetê hatiye dayîn, di windakirên saleke dawî de bandora bidawîbûna vê pêvajoyê çî ye?"

‘TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ DI DEST ME DE AGAHÎ TUNE YE'

Lê piştî mehan bersiva van pirsên Botan hatin dayîn. Ji ber serokwezîrtî ji Wezareta Dadê re şand, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirs bersivandin û li xwe mikur hat ku, pêvajoya çareseriyê di refan de jî cih negirtiye.

Di bersivê de wiha hat gotin: "Têkildarî xusûsên di pêşniyaznameya pirsiyarî de cih digirin de, li wezareta me tu agahî tune ne."