NAVENDA NÛÇYEN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyama sersala nû şand û diyar kir ku hikûmet dixwaze Tirkiye vegerîne girtîgeha ser vekirî û got: "Dem dema mezinkirina piştevaniyê ye."
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a di 6'ê mijdarê de bi lêdanê hat binçavkirin û hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a hêjmar 9 ya Sîlîvrî, peyama sersalê şand. Navenda Giştî ya DBP'ê peyama Tuncel bi raya giştî re parve kir. Tuncel di peyama ku bi nameyê ji Navenda Giştî ya DBP'ê re şand wiha got:
“Divê em bi înat û bi israr li dijî hêza ku ji bo îktîdara xwe şer geş dike û koletiyê dispêre civakê bêtir aştiyê biparêzin û piştevaniya xwe xurt bikin. Divê em bêtir bi biryar têbikoşin û ji vê têkoşînê bawer bikin. Dixwazin me asteng bikin û ji mere dibêjin hûn nikarin bi ser bikevin. Ji bo hevî û baweriya me bişkînin her tiştî dikin. Serî li hemû rêyan didin. Em jî ji wan re dibêjin qet û qet hûn nikarin bi ser bikevin. Ji ber ku azadî û hêvî ji bo me ne hewes û heviyek demî ye. Ji bo me hevî û azadî jiyan bi xwe ye. Wateya jiyanê û armanca jiyanê ye. Ji bo em jiyanê bi dest bixin divê roj bi roj em bêtir heviya azadiyê mezintir bikin. Divê em li dijî hişmendiya dixwaze Tirkiye bike girtîgeha servekirî bêtir şêwirmendî û piştevaniyê xurt bikin. Divê em bêtir têbikoşin. Em bawer dikin ku emê bi têkoşîna xwe van dîwar û zincîran bişkînin. Em bi tifaqî û şêwirmendiyê destûr nadin faşîzm pêş bikeve. Li hundir, li derve, li dersê li zeviyan li fabrîqeyan li hemû qadên jiyanê em bibin yek û piştevaniyê xurt bikin emê azadî, demokrasî û aştiyê bi ser bixin."