ENQERE - HDP dê helwesta xwe ya têkildarî guherînên Qanûna Bingehîn ên ku wê serê hefteyê hevdîtinên wê yên Lijneya Giştî dest pê bikin, bi civînên ku serê hefteyê dest pê bikin diyar bike.
Dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) helwesta xwe yî têkildarî hevdîtinên teklîfa guherîna Qanûna Bingehîn ên wê roja duşemê li Lijneya Giştî ya Meclîsê pêk bên, di sere hefteyê de diyar bike. Di 9'ê çileyê de roja ku dê teklîf bê Lijneya Giştî, dê parlemeter li Meclîsê civîna xwe yî girtî çêbikin û dê têkildarî muxalefetiya hevdîtinan nexweşeya xwe yî rê diyar bikin. Encam û nirxandinên ji vir derkevin jî, dê roja sêşemê herî dawî bi civîna Lijneya Rêvebirinê ya Navendî li ser wan bê rawestandin.
DÊ PARLEMENTERÊN GIRTÎ JÎ LI KURSIYA BIN
HDP a ku di roja ewil de hevdîtinên teklîfê wek "guherîndina rejîmê" dinirxîne, dê di hevdîtinan de muxalefetiyeke bibandor bide der. Dê di dema hevdîtinan de hemû parlementer li Lijneya Giştî cihê xwe bigirin. Dê HDP'î di axaftinên xwe de, teza xwe yî; pêvajoya ku dê teklîf Tirkiyeyê ber bi ku ve bibe û ya tê xwestin di asasê xwe de ji guherîneke Qanûna Bingehîn wirdetir guherandina "rejîmê" ye, li kursiyan bîne ziman. Dîsa wek di hevdîtinên budçeyê de, dê di hevdîtinan de careke din rewşa hevserok û parlementerên girtî bê destnîşankirin.
DÊ TÛRA EWIL LI GOR DENGDAYÎNÊ BÊ DIYARKIRIN
Li Meclîsê hejmara qoltixên AKP'ê 316 ye, ji bo xwe bigihîne 330'î pêdiviya wê bi 24 dengan hey. Li gel vê di nav mHP'ya xwedî 39 parlemnterî de jî bi roja ye krîza "erê"kirinê xwe dide der, lê ev krîz niha îstifa jî li xwe zêde kirin û her diçe kûrtir dibe. Di dema hevdîtinan de jî tim tê gotin ku, dê ev krîz fîreyan zêde bike û îhtimal e ku AKP xwe negihîne 330'î dengî. Ji ber vê yekê, dê HDP li gor encama dengdayînên tûra ewilîn biryara xw eyî beşdarbûna tûra duyemîn diyar bike.
DÊ RÊ NEDIN DENGDAYÎNA VEKIRÎ
Yek ji sernavên rojeva HDP'ê jî, dengdayîna nepen e. Di vê çaroveyê de CHP'ê ji bo tevdîrgirtina dengdayînê nameyek ji Serokatiya Meclîsê re şand û HDP jî ji bo parlemnterên wan di dema dengdayînê de rengê dengên xwe diyar nekin dê çavdêriyê bike û heke bivê dê ji bo vê tevbigere.