Demîrtaş: Siyasetmedarên gotin 'Pêvajoya çareseriyê xediya' tespît bikin

AMED - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya lêpirsîna “Heqaret li Serokomar kiriye" îfade da. Demirtaş, diyar kir ku ji ber nasnemya wî ya siyasî ev lêpirsîn hatine vekirin û wiha got: "Bila siyasetmedarên gotin 'Pêvajoya çareseriyê qediya ye. Ji niha û şûnde çareserî tune ye' bê tespîtkirin. Ez vê yekê daxwaz dikim."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, ji ber axaftina xwe ya 9'ê Îlona 2015'an a li Amedê gotibû "Bi qasi misqalekê berpirsiyariya HDP'ê ya siyasî ji şer tune ye. Yê berpirsiyar Serokwezîr û Serokomarê biryara siyasî ne" lêpirsîna “Heqaret li Serokomar kiriye" hat vekirin. Demîrtaş, di çarçoveya lêpirsînê de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi riya SEGBİS (Pergala bi deng û dîmen" îfade da dozgeriyê. Demirtaş, anî ziman ku axaftina wî rexneyek li hemberî partiyek siyasî ye.

‘LI SER NAVÊ KURDAN ÇI HEYE ÊRÎŞ KIRIN'

Demirtaş, anî ziman ku dema axaftin dikir, kesên navê “Nijadperestên tirk" li xwe kiribûn êrîşî navenda partiya wan û avihên partiyên wan kirin û heta li dijî mirovên ku kurd bûn êrîş pêk anîn. Demirtaş, destnîşan kir ku kesên tu eleweya wan û partiyê bi hev tune bûn jî mal û kargeriyên wan rastî êrîşan hatin û gelek kargerî hatin şewitandin. Demîrtaş, da zanîn ku li ser navê kurd çi hebû rastî êrîşan hatin û hatin wêrankirin û wiha got: "Min got yên van êrîşan dikin dixwazin şerê nijadî pêş bixin."

‘BILA AXAFTINÊN HDP KIRIN HEDEF BÊN TESPÎTKIRIN'

Demirtaş ji dozger xwest ku axaftinên wî yên Serokomar û Serokwezîr hedef nîşan didin tespît bikin û wiha berdewam kir: "Rexneyên min axaftinên Serokwezîr û Serokomar ên HDP kirine hedef e. Hemû axaftinên min di çarçoveya azadiya raman û fikrê dene. Di hemû axaftinên min de banga aştiyê heye. Ez dixwazim siyasetmedarê got "Pêvajoya çareseriyê qediya, Ji niha û şûnde çareserî tune ye" bê tespîtkirin. Bila ev bê tespîtkirin ku kî berpirsiyarê vê pêvajoyê ye bê dîtin."

Demîrtaş, da zanîn ku wekî berpirsiyarê çalakiyên PKK'ê tên nîşandan û wiha got: “Ez ne rêveberê PKK’ê û ne jî endamê PKK'ê me. Ne berdev û ne jî sempatizanê wê me. Ez Hevserokê Giştî yê HDP'ê me. Ez hemû alav û amûrê tundiyê rexne dikim. Serokomar li 37 bajaran mîtîng pêk anîn û ji hilbijêran xwest dengê xwi bidin û piştî wê AKP nîşan daye. Şexsiyesetekî ku bi vî rengî siyasetê dike divê vê rexneyê jî li ber çavan bigire. Serokomar Recep Tayyip Erdogan, wekî serokê partiyekê siyaset kiriye. Me jî ji Serokomarekî wêdetir ew wekî serokwezîr dît û rexne kir. Ji ber vê yekê ez ji ber nasnameya xwe ya siyasî têm darizandin. Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ji Serokomar re got 'Diz'. Di sala 2015'an de di 15 axaftinan de ev gotin heye. Li vî welatî hiqûq ji min re cuda ji Devlet Bahçelî re cude ye. Ez niha hezar û 700 kilometre dûrî we li Girtîgeha Ewlehiya wê bilind didim. Ev nîşaneya ku daraz ji bo her kesî ne wek ev nîşan dide. Parêzerê min têkildarî lêpirsînê agahî da min. Lê ev hevdîtin li ser daxwaza dozger û Biryara Dadgeree Sulh Ceza pêk hat. Ev hevdîtina parêzeran di hizûra peyvirdaran de pêk hat. Der barê min de zêdeyî 100 lêpirsînên bi vê tarzê hene. Hevditina min a bi parêzeran re di bin qeydan de tê kirin. Ev li dijî darizandina adîl e."