Yildirim: AKP û MHP ji tevgerên hevdu bawer nakin

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, derbarê hevdîtinên Qanûna Bingehîn ku dê roja Duşemê despêbikin de diyar kir ku AK Partî û MHP ji tevgerên hevdu bawer nakin.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Yildirim, di civîna li Meclîsê ya derbarê mijarên di rovejê de axivî. Yildirim, tekiliya Tirkiyê ya bi DAIŞ’ê re nirxand û wiha got: “Me di di pêvajoya salek û nîv a jiyana xwe ya siyasî de me got ku têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re heye û me belge derxistin holê. Em xwest bal bikişînin zêdebûna êrîşên vê rêxistinê yên di mehên dawî de. Hemû îdîayên me yên di vê derbarê de ji aliyê îktîdarê ve hatin redkirin. Hêjî daxuyaniyek ku wijdana civakê rihet bike ne hatiye dayîn. Hêjî fikarên civakê yên di vê mijarê de ji holê ne hatine rakirin.”

'TÊKOŞÎNA KU ÎRO DÊ DAYÎN PAŞEROJÊ PAQIJ NAKE’
Yildirim anî ziman ku partiya wan bi dehan pêşnûmeyên derbarê têkiliya Tirkiye-DAIŞ’ê dane lê hemû jî bê bersiv hatine hiştin û wiha pêde çû: “Pêşnûmeyên me yên di mijarên din de kêm be jî bersiv hatin dayîn lê ya têkiliya bi DAIŞ’ê re tu caran me bersivek ne girt. Tenê 14 pêşnûmeyên Parlamenterê me yê Dîlokê Mahmut Togtul ên derbarê têkiliya DAIŞ’ê de hene. Em di cihek wisa de ne ku AKP nikare ji bilî derdora xwe û hikûmetê îqna bike ku têkiliyan wan bi DAIŞ’ê re tuneye. Têkoşîna niha li dijî DAIŞ’ê tê dayîn têkiliyê paşerojê ya hikûmeta AKP’ê bi DAIŞ’ê re ji holê ranake.”

‘DAIŞ’ÊN KUJER BERDAN Û AHMET TURK KELEPÇE KİIRIN’

Yildirim, da zanîn ku DAIŞ’ê kujer Ahmet Guneş ji doza dihat darizandin hat berdan, DAIŞ’ê ku li Riha û Dîlokê 3 rojnameger qetilkirin ne hat girtin û wiha domand: “Li aliyekê berpirsê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê bêyî keleçe kirî birin dadgehê lê dema Ahmet Turk dibin nexweşxaneyê bi şertê kelepçekirinê dibin.”

Yildirim balkişand ser qutbûna ceyranê jî û wiha got: “Piştî li vî welatî şîdet bi serwer em hem canê xwe winda dikin hem jî çavkaniyên xwe winda dikin. Wezîrê Enerjiyê dot ku di xetên enerjiyê de qutbûnek çêbûye ma hewce dike ku em bi hefteyan li benda vê bimînin? Dikare di nava rojekê de ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ger sedema sereke ev be wê demê çima xetên ragihandinê nayên nûkirin? Me bi pisporên sektorê re hevdîtin pêk anîn. Encama em gihiştinê ewe ku di xetan de tu pirsgirêk tune ne. Rêbaza me ya ceyranê ya girêdayî derve û çavkaniyên me hene. Em di hemû çavkaniyên enerjiyê de girêdayî derve ne. Bifikirin ger bi Îran û Rûsyayê re têkiliyên me xira bibin em ê di welat de pirsgirêkên enerjiyê bijîn. Ji xwe serokomar gotibû ‘ger nebe emê tepikan bişewitînin’.”

‘DI MIJARA QANÛNA BINGEHÎN DE MHP Û AKP JI HEV BAWER NAKIN’

Yildirim, derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn ên dê di serê hefteyê de destpê bikin de jî wiha axivî: “Em ji vê guhertinan re nabêjin guhertinên Qanûna Bingehî, ji bo em vê wekî paketa Qanûna Bingehîn qebûl bikin divê peymana civakî hebe. Ev tene metna guhertina ji bo yekê ye. Ez sûcdariyên AKP û MHP’ê yên ji hevdu re dibêjin datînim aliyekê. Daxuyanî hene, kesên ku AKP avakirine û rêvebirine vê paketê rexne dikin, aliyên AKP îqna nebûne; ev ji bo MHP’ê jî derbas dare. Ev paket hêjî nebûyî paketa AKP û MHP’ê heta nebe em nikarin bêjin ‘pateka 80 milyonan’ û ‘paketa qanûna bingehîn’.”