Sancar: AKP'ê destûr neda hewldana darbeyê lêkolîn bikin

ENQERE - Endamê Komîsyonê Lêkolîna Hewldana Darbeyê û parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, diyar kir ku AKP'ê destûr neda ew milê siyasî yê hewldana darbeyê ronî bikin û wiha got: "Lêkolîna komîsyonê ya hewldana darbeyê ji aliyê AKP’iyan ve hat astengkirin."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Mithat Sancar, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de têkildarî xebatên komîsyona ji bo lêkolîna darbeya 15'ê tîrmehê agahî dan. Sancar, anî ziman ku komîsyon pêyî pişt perdeya darbeyê ronî bike xebatên xwe xelas kir û wiha got: "Tu daxwaz û niyeta AKP'ê ya xebitandina komîsyonê tune bû. Serokomar, Serokwezîr, Serfermandarê Artêşê Musteşarê MÎT'ê nehat guhdarkirin. Di her civînê de me xwest bên guhdarkirin lê ev daxwaza me hat redkirin. Reşat Petek ku ji nêzîk ve têkiliya wî bi hewldara darbeyê ve heye anîn ser komîsyonê. Ev jî niyeta AKP'ê ya li hemberî ronîkirina darbeyê nîşan dide. AKP'ê li gorî feraseta xwe xebat daye meşandin. Komîsyon ji xwe re kir wekî amûrê. AKP'e destûr neda komîsyon lêkolînek rast bimeşîne. Reşat Petek bi serê xwe mijarek şikdar e. Di demên borî de der barê têkiliya wî ya bi ceaetê re gelek agahî hene. Ji ber ku ew kirin serokê komîsyonê gelek fikaran bi xwe re tîne. Agahiya Serokomar ji darbeyê hebû. Li şûna asteng bike dê da darbekaran. Îktîdarê ev hewldana darbeyê ji bo xwe wekî firsendê bikar anî. Ji ber vê yekê destûr nehat dayîn ku komîsyon milê siyasî yê darbeyê ronî bike û asteng kir. Di vê pêvajoya ku pêş dikeve de AK Partiyê hewldana darbeyê wekî gefa li dijî serokdewletiyê bikar tîne. Lê tu tişt nikare ser rastiyan veşêre."