Leyla Bîrlîk: Bi girtina siyasetmedaran pirsgirêk nayên çareserkirin

AMED - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku piştî 2 mehan ji girtîgehê derket da zanîn ew ji binçavkirinê heta xistina girtîgehê rastî îşkenceyê hat û du mehên di zindanê de jî bi hevalên xwe yên siyasetmedar re di bin tecrîdê de mane. Bîrlîk anî ziman ku pirsgirêka sereka ya Tirkiyeyê pirsgirîka kurd e û bi girtina siyasetmedaran tu pirsgirêk nayên çareserkirin.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku di encama lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Şirnexê de di 4'ê Mİjdara 2016'an de hate girtin û piştî 2 mehan hate berdan têkîldarî pêvoja ku hatine binçavkirin û girtin ji dîhaberê de axivî.
Bîrlîk li ser pêvajoya rakirina destnedayina parlementeriya wan heya girtina wan axivî û wiha got: “Serokomar Erdogan ji bo rakirina destnedayina parlementeran ferman da meclîsê, di encamê de bêhuqiqiyek hat rakirin. Li welat bi temamî demokrasî ji holê hat rakirin. Dema welat ji aliyê yek zilam ve hat rêvebirin, dozger û dadger jî neçar in ku fermanan bînin cîh. Herî dawî heya girtina me ev pêvajo dom kir.”

‘RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIM Û PIŞTVE HATIM KELEPÇE KIRIN’

Bîrlîk da zanîn ku şewa 4’ê Mijdarê ew li Midyadê bû û dema binçavkirina xwe wiha vegot: “Saet 01.30’ê şevê polîs hatin ber derî. Xwestin ku ez xwe bi xwe radestê wan bibim. Lê min li ber xwe da û carek din hiqûqê bîra wan anî. Lê polîsan bi zorî min bin çav kir. Di binçavan de rastê îşkenceyê jî hatim. Taybetî ji aliyê polîsên Şirnexê ve rastê îşkenceyê hatim û ji piştve hatim kelepçe kirin jî. Ji Şirnexê heta girtîgeha Sîlîvrî yê heman îşkence dom kir.”

‘JI BO TEVLÎBÛNA CENAZEYA HACI BÎRLÎK HATIM DARIZANDIN’

Bîrlîk anî ziman ku ew dema derket pêşberî dozger û dadgeran îfade neda û wiha axivî: “Em nebûn lîstokên şanoyê. Lê me bêhiqûqî ji hiqûqnasan re vegot. Min ji wan re got ez ji ber darizandina parlementeran dê rojekê bên darizandin. Ji ber tu parlementer ji bo axaftinên xwe nayê darizandin. Ji xwe îdianameya der berê min de hatî amadekirin jî geşedanên nava salekê li Şirnexê hatî jiyîn bû. Heke ez ne parlementer im, ew hincet ne sedema girtinê bû. Tu kes ji bo tevlîbûna merasîma cenazeya tiyê xwe nayê girtin.”

‘DOZGER 2 SAL IN DOSYAYA HACI BÎRLÎK NANÊRE'

Bîrlîk destnîşan kir ku ew bi hinceta tevlîbûna merasîma cenazeya Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê bi birîndariya xwe ve bi erdê re hatî bû kaşkirin bûye hat girtin û wiha pê de çû: “Dozgerê ku rojekê de derbarê min de 10 dosyeyan amade dike, ev 2 sal in dosyeya Haci Lokman Bîrlîk nanêre. Heman demê de dosyeya 3 jinên siyasetmedar ku li Silopiya hatî înfazkirin nanêrin. Ji ber vê yekê nikarin bi van hincetan min darizînin. Heke ez bêm darizandin dive ev dosya jî bên vekirin.”

‘ZORDESTIYA BÊRÛMETIYÊ LI SER GIRTIYAN DIKIN’

Bîrlîk diyar kir ku ew du mehên girtîgehê di bin tecrîtê de derbas kir û axaftina xwe wiha domand: “Di dema Hîtleran de jî girtî name ji malbatên xwe re di şand. Ew name îro bûne pirtûk. Lê Tirkiye yê binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor. Girtî nikare bi malbata xwe re jî bikevin têkiliyê. Di girtîgeha Sîlîvriyê de name dihatin desteserkirin û hemû mafên girtiyan tê binpêkirin. Zordestiya bêrûmetiyê li ser girtiyan dikin. Em jî di hucreyên yek kes tê de di
man. Îşkence jî gihiştiye asîmanan.”

‘BI ÎNKARKIRINA PIRSGIRÊKA KURD Tu PIRSGIRÎK NAYÊ ÇARESERKIRIN’

Bîrlîk got ku HDP di siyaseta demokratîk de bi israr e û herî dawî ev tişt got: “Bi girtin û kuştinê heqîqet nayê veşartin. Herî dawî serkeftin ya gelan e. Bi înkarkirina pirsgirîka kurd tu pirsgirîk nayê çareserkirin. Her wiha heta li Tirkiyeyê pirsgirîka kurd neyê çareserkirin, tu pirsgirîk nayê çareserkirin. Hê ne dereng e, dive demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin ji nû ve destpê bike. Dîsa dive parlementer û siyasetmedarên kurd ên girtî azad bibin. Bi girtina
parlementeran û siyasetmedaran pirsgirêk çareser nabe. Ev şer 40 salên din jî bidome, herî dawî pirsgirêk di meclîsê de bi parlementeran reçareser dibe. Ji ber vê yekê dive li Tirkiye yê siyaseta demokratîk pêk bê."

Ozgur Paksoy / Devran Toptaş - dîhaber