NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim çû Bexdayê û wê ji vir derbasî Hewlêrê bibe.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim bi boneya hin hevdîtinan çû Iraqê. Yildirim dê piştre jî biçe Hewlêr û li Hewlêrê wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwêzîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin. Navenda Çapemeniya Serokwezaretê têkildarî serdana Yildirim daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi munasebeta vê serdanê re çav li rêye 3'yemîn civîna Desteya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye û Iraqê di bin serokatiya Serokwêzîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de lidar bikeve. Hat diyarkirin ku Yildirim li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Masûm û Serokê Meclîsa Nûneran Selîm Cûbûrî bi rayedarên partiya, rayedarên payebilind ên siyasî û nûnerên tirkmenên Iraqê re jî werin ba hev.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê şerê di navbera PKK'ê û Artêşa Tirkiyê, hebûna PKK'ê ya li Şengalê jî were guftûgokirin. Hat zanin ku dê mijarên weke DAIŞ, FETOyê, têkiliya aborî ya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî wê werin rojevê. Yildirim piştî Bexdayê wê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinan bike.