Ji Kiliçdaroglu ji bo hikûmetê: Ger tu nikarî birêve bibî îstîfa bike

ENQERE - Serokê Giştî ya CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di civîna serokên bajaran a partiya xwe de axivî u diyar kir ku Tirkiye hatiye halek wisa ku nikare bê birêvebirin. Kiliçdaroglu bang li hikûmetê kir ku îstîfa bike. Kiliçdaroglu balkişand ser guhertinên di Qanûna Bingehîn de û eiha got: “Ez ji parlamentera dibêjim pêşeroja zaroka bi hizirin Tirkiyeyê bihizirin.”

Kiliçdaroglu da zanîn ku bajar veguherandina depoya çekan û wiha pêde çû: “Ez vekirî dibêjim welat teslîmî terorê kirine. FETO rêxistina terorê ye. Kê ev kes li cihên girîng ên dewletê bi cih kirin. Tenê DAIŞ? Tenê PKK? Tenê FETO? El Nusra jî heye. Çek ji El Nusra re şandin.”

'GER NIKARÎ BIRÊVE BIBÎ ÎSTÎFA BIKE’

Kiliçdaroglu, anî ziman ku çekdarên DAIŞ’ê li ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Iraqê bûn û wiha domand: “ev bi çekbûn û vegeriyan Tirkiyeyê. Ger tu nikarî birêve bibî tu dê îstîfa bikî. Tu dê wekî zarokan nabêjî em xapandin. Niha rabûne li dijî cîhanê şer îlan kirine. Em bi dewleteke rûxaye re rû bi rû ne. Ez ne hikûmetim, Tirkiye ji aliyê mejîyê jor ve tê birêvenirin. Li holê ye ku tu birêvenabî.”

Kiliçdaroglu bal kişand ser guhertinên di qanûna bingehîn de jî û wiha got: “Berê xwe bidin guhertinên ku di qanûna bingehîn de anîne. Darbekar bi anîna guhertinên qanûna bingehîn re dixwazin pêşeroja xwe bixin bin ewlehiyê. Dixwazin rejîmê biguherin. Dixwazin rejîmek totalîter ava bikin. Rayeya feskirina Meclîsê dane serokomar. Ev raye ne dabûn Mustafa Kemal Ataturk. Dê sibehekê rabe û li gorî dilê xwe meclîsê fes bike. Kesên dibêjin îradeya neteweyî niha îradeya Qesrê qebûl kirine. Divê vîna neteweyî ji Qesrê bê girtin û radestî gel bê kirin. Ma navê vê demokrasiye? Navê vê îxanete. Meclîsa ku ji 15’ê Tîrmehê ve gaza wê heye niha dixwaza rayeyan radestî kesekê bike. Tu dê hem bibî serokê partiyê hem jî bibî serokomar. Li gotinê binêre. Dibêje dê bê alî be gelo hûn gel ehmeq dibînin.”

Kiliçdaroglu bang li parlamenteran kir û wiha axivî: “Ez dixwazim kesên ku dê dengê erê bikar bînin hişyar bikim. Zarokên xwe bihizirin. Kesên ku ji bo têkoşîna demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bihizirin. Ên ku dê dengê erê bikarbînin, pêşeroja zarokên xwe bihizirin Tirkiyeyê bihizirin. Ji qanûnek wihate gotin erê îxaneta li dijî parlamento, vîna gele. Dixwazim balê bkişînin mijara xwe îfadekirina azad jî. Di girtîgehan de 150 rojnameger hene, li welatekî bi vî rengî de kesek nikare behsa demokrasiyê bike.”