ENQERE - Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ji bo îstîsmara zayendî got "Rizaya biçûkan' û diyar kir ku pêşnûma "tecavuzkaran" naxe nava xwe û parast ku mêr mexdûr dibe.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, têkildarî pêşnûmaya "îstîsmara zayendî" ku di nava civakê de niqaşê zêde dike axivî. Bozdag, têkildarî pêşnûmayê daxuyanî da rojnamegeran. Bozdag, pêşnûmaya ku faîlê bi mexdûr re bizewice erê dike û cezayê wî ji holê radike parast. Bozdag, ji bo îstîsmara zayendî ya zarokan wekî "Rizaya biçûkan" parast. Bozdag, parast ku di zewaca biçûk de hem jin û hem jî mêr mexdûr dibe û parast zewaca bi mêrê ku bi jinên zarok re ne tecawiz e.
Bozdag wiha got: "Ev ne tecavuz e Bi riza malbatan û zarokan pêk tê. Dadgeha dema wan dadirizîne man mexdûr dike. Ji ber cezayê dayik û bav hem mêr û hem jin mexdûr dibin. Ne pêkan em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Niha nêzî 3 hezar welatî hene."