ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu têkîldarî pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn a ku dê sibehê li Meclîsê bê nîqaşkirin nirxandina "Ger ve Qanûna Bingehîn bê qebûlkirin dê Tirkiye veguhere dewleta partiyê" kir.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li Meclîsa Partiyê têkîldarî pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn nirxandin kir. Kiliçdaroglu diyar kir ku ger pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn a ku AK Partî û MHP'ê lihev kirine bêqebûlkirin dê Tirkiye veguhere dewleta partiyê.
Kiliçdaroglu wiha axivî: "Ger ve Qanûna Bingehîn bê qebûlkirin dê Tirkiye veguhere dewleta partiyê. Kîjan partî di îxtidarê de bê dê dewlet li gorî wî teşe bigire. Ma ev der Patagonya ye? Di vi mijarê de peywir dikeve li ser me hemûyan. Di mutbaxa partiyekî de qanûna bingehîn nayê amadekirin."
Kiliçdaroglu anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê bedelên giran daye û wiha berdewam kir: "Di vî mijarê de peywir dikeve li ser me hemûyan. Di navbera feraseta me û ya wan de qasî çiya ferq heye. Di dema Ecevît de 38 madeyên qanûna bingehîn hat guhertin. Ma pevçûn çêbû? Na. di 2010'an de AKP'ê berovajî vê kir. Bi çanda ferzkirnê xwestin qanûna bingehîn biguherînin. Wê demê li Pensîlvanyayê jî dostên wan peyam didan. Di 2'yê Tebaxa 2010'an de FETO'yê digot ên li gorê jî rakin. Ma 160 mîlîtan tayînê dadgeha Bilind nehat kirin? Ma daraz teslîmî FETO'yê nehat kirin? Piştre hatin 15'ê Tîrmehê FETO bû dijminê yekemîn. Tirkiye îro bûye dewleta otorîter a îstixbaratê. Darbekarên 20'ê Tîrmehê rewşa fiîlî dixwazin bikin zemîna qanûna bingehîn."