DBP dest bi pêngava diplomasiyê dike

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ku bi hevşaredarên bi KHK'ê ji peyvirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat dayînkirin, diyar kir ku ji bo ew li mafê xwe bigerin û dengê xwe bi cîhanê re parve bikin dest bi dîplomasiyê dikin. Yuksek, destnîşan kir ku ew dê vê bêhiqûqiyê bi cîhanê re parve bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, bi hevşaredarên ku ji peyvirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin civîn pêk anî. Yuksek bi hevşaredaran re li avahiya DBP'ê ya Amedê civîya. Di civîna ku Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî jî amade bûn nirxandina siyasî hat kirin û plansaziya pêşerojê hatin kirin. Yuksek di civînê de diyar kir ku Komara Tirkiye di serdema herî krîk re derbas dibe û wiha got: "Di vê pêvajoyê de di qada siyasî de herî zêde DBP bû hedef. 54 şaredariyên me hatin desteserkirin. 76 hevşaredarên me hatin girtin. Em dê li hemberî tayînkirina qeyûman, bêhiqûqiya li dijî xwe û zextên li ser xwe çawa têbikoşin û çawa gavan bavin di civînê de niqaş bikin. Di pêşerojê de em dê têkoşînek çawa bidin pêş xwe bi axivin."

‘BERPIRSIYARIYA ME DIDOME

Yuksek, anî ziman ku her hevşaredarek bi dengê sed hezaran hat hilbijartin û bûn hevşaredarên navçe û bajaran û wiha got: "Hûn vîna gel in. Gel ji were got me bi rêve bibin. Her çend hikûmetê hûn ji peyvirê girtibin jî gel hûn ji peyvirê negirtine. Di asta gel de peyvir û berpirsiyariya we didome. Divê hun li hemberî vê berpirsiyariyê têkoşîn û peyvira xwe berdewam bikin. "

DÊ GIRANIYÊ BIDIN XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ

Yuksek, destnîşan kir ku li Tirkiye Rewşa Awarte heye û ji ber vê yekê krîsa siyasî heye û wiha got: "Li vir tişta herî girîng qeyûma li hemberî partiya me û şaredariyên me tên meşandin e. Ne gelên Tirkiye û ne jî gelên Cîhanê vê rewşa me baş dizane. Ji bo ku em vê bêhiqûqî, neheqî û tundiya li ser me têmeşandin bi raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re parve bikin emê dest bi xebatê dîplomatîk bikin. Hikûmet bi hêza medya agahiyên şaş belav dike. Bêtir reş dike. Dixwaze qeyûmê rewa bide nîşandan. Ewil hişmendiyekê çêdikin û piştre belav dikin û şima dikin. Divê em rastiyê bi her kesî re parve bikin. Divê em vê rastiyê ji cemaweriya Tirkiye, Şaredariyên Yekbûyî ya Tirkiye re parve bikin. Emê dîplomasiya navneteweyî jî pêş bixin."

CHP SIYASETA STATUKO DIPARÊZE

Yuksek, siyaseta CHP'ê jî rexne kir û anî ziman ku her çend CHP qala guhertinê bike jî dîsa di siysaeta statukoparêz de israr dike û bi vê siyasetê nikare pêş bikeve. Yuksek, helwesta AK Partiyê jî rexne kir û wiha got: "AKP jî alîgirê guhertindê ye. Lê ne di milê demokrasiyê de. Dixwaze siyaseta yekparêz û navendî pêş bixe. Em jî li gel HDP'ê dixwazin demokrasiya herêmî pêş bixin. Rêveberiya navendî otoriter e. Ji civakê qut e. Divê heq û hiqûq û mafê civakê mîsoger e. Azad be û bê parastin.

PIRSGIRÊKA KURD NAYÊ DÎTIN

Yuksek, da zanîn ku rojeva esasi nayê dîtin û her tişt berovajî tê kirin. Yuksek, destnîşan kir ku berî her tiştî pêdivî bi aştiyek lezgîn heye û wiha axivî: "Sedema hemû pirsgirêkan şer û tundîye. Ev bi xwe re nebawerî û qeyrana aborî pêş dixe. Sedema van tevan jî neçareseriya pirsgireka kurd e. Heta li vî welatî pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser nebe ev pirsgirêk dê bidomin. Divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe û aştiya civakî pêş bikeve. Pêdiviya Tirkiye bi aştî û aramiyê hneye."

HIKÛMET LI MÛXATABÊ ŞAŞ DIGERE

Yuksek, bal kişand ser hewldanên hikûmetê yên lêgerîna muxataban û wiha berdewam kir: "Hikûmet dixwaze muxatabên cuda ava bike. Ji muxatabê esasî û rastîn direve. Hêj derfet û zemîna çareseriya pirsgirêka kurd heye. Raste gelek êşên mezin çêbûn. Talankirin û wêrankirin pêş ket. Zerarên mezin çêbûn. Lê dîsa di nava civakê de daxwaza çareseriyê heye. Ger ku polîtîkayên rast bên meşandin derfetên çareseriyê heye. Pêdivî ji pêşeng û siyasetmedarên ku li civakê difikirin heye. Lê hikûmet vê yekê nake. Dixwaze muxatabên xwe yên sûnî ava bike. Li gorî hin çavkaniyan dixwaze li herêmê meclîsa ji 180 ango 380 kesan ava bike. Li gorî xwe rêberê eşîran derdixe pêş û ava dike.

DAXWAZÊN KURDAN AŞKERE YE

Yuksek, bal kişand ser daxwazên kurdan û wiha pêde çû: "Daxwazên kurdan ên perwerdehiya zimanê zikmakî, rêveberiyên herêmî, mafê çandê, mafên siyasî li halê ne. Rewşa Birêz Ocalan li holê ye. Daxwaza kurtan a hevpar heye."

OCALAN SEKNA XWE DIPARÊZE

Yuksek, herî dawî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa Birêz Ocalan heye. Niha kesê di di çareseriya demokratîk a pirsgiraka kurd de rolê esasî bilîze Brêz Ocalan e. Niha hêj helwest û sekna xwe ya çareseriya demokratîk diparêze. Herî dawî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re xwest hikûmet dîsa rewşa xwe di ber çavan re derbas bike û gavan bavêje. Pêdiviya civakê ji polîtîkayên nû û rast, ji aramî, aştî û edaletê heye."