Di niqaşên Qanûna Bingehîn de ji Demîrtaş bang

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş daxwazname pêşkeşî Serokê Meclîsê kir û diyar kir ku di vê pêvajoya ku 11 wekîl girtî bin, guhertin û sazkirina Qanûna Bingehîn li dijî hiqûqê ye û xwest ev niqaş bên taloqkirin. Daxwaznameya Demîrtaş, li meclîsê hat xwendin.

Pêşniyarnameya Qanûna Bingehîn ku ji aliyê AK Partî û MHP’ê ve pêşkêşi meclîsê hat kirin, niqaşan dest pê kir. Rûniştina Lijneya Giştiya Meclîsê ku saet di 14.00’an de hat vekirin rûniştina wê ji aliyê Serokwekîlê Koma AK Partiyê Ahmet Aydın serokatî kir. Di serî de CHP û AK Partiliyê li ser rêziknameya hundirîn niqaş kirin. Serokwekîlê Koma AK Partiyê Bulent Turan, parast ku îtîrazên CHP’ê wekî bertek e û bi plan hatiye kirin.

WEKÎLÊN GİRTÎ NEBE NABE

Serokwekîlê Koma HDP'e Ahmet Yıldırım, jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de wekîlên girtî nebin niqaş bê wate ye û li diji hiqûqê ye. Yildirim piştre daxwaznameya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ji Serokê Meclîsê re şandiye xwend. Demîrtaş, di daxwaznameyê de diyar kir ku ger 11 wekîl girtî bin Guhertina Qanûna Bingehîn li dijî zagon û hiqûqê ye û xwest niqaşên guhertina Qanûna Bingehîn bê taloqkirin.