Kerestecîoglu: Ev ne qanûna bingehîn peymanek veşartiye

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, derbarê guhertinên di qaznûna bingehîn ên ku dê li Meclîsê bên destpêkirin de diyar kir ku ev peymanek veşartiye.

Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê hat lidarxistin de derbrê hevdîtinên guhertinên qanûna bingehîn de nirxandin kirin. Kerestecîoglu, diyar kir ku pêşniyara ku îro danîne ber me ne pêşniyara qanûna bingehîn a raste û wiha got: “Qanûna bingehîn a rast ew qanûne ku bikare bibe bersiv ji pirsgirêkên gel re. Ya îro tê kirin; di rastiyê de bi mehane, ji bo îktîsara OHAL’ê ya zextkar bi qanûnî bikine. Îro li Tirkiyeyê nîqaşên qanûna bingehîn ku em dibêjn peymana veşartî, piştî hewldana daybeyek nû, darbeyek dijî wê û di bin şertên OHAL’ê de du partiyan li pişt deriyên girtî dan meşandin. Li gorî pêşniyara li ber me qanûn nikarin rêvebirina kontrol bike. Îmkanên wan ên kontrola rêveberiyê ji holê radibe. Dadgeha ku tu caran bê alî ne maye dê hêj bi xwe ve girê bidin. Bi vê pergalê dê peywira rêvebirinê dewrî serokomar bê kirin. Êdi pêşnûmepirs nikarin ji meclîsê re bên dayîn û wezîr nayên lêpirsînkirin. Li gorî serokomar bûye xwedî partiyek, Erdogan dibe serokê AKP’ê. Hem partiyê hem jî dewletê bi xwe rêve dibe. Serokomarê ku partiyê bi rêve dibe bêşik parlamenterên xwe jî dihilbijêre. Nîviya HSYK’ê ji 15 kesên Dadgehên Qanûna Bingehîn 12 kes ji aliyê serokomar ve tên tayînkirin. Dadgeha Bilin radestî serokomar tê kirin. Erê îro guhertinên mijara gotinê wekî ji agir mal direvînin anîn meclîsê. Divê bêhiqûqiyên di pêvajoyê de jî yek bi yek bên hejmartin.”

FIKARA DENGDAYÎNA VEŞARTÎ

Kerestecîoglu, da zanîn ku di hevdîtinên “pêşnûmeya torba” a îna bihûrî de, parlamenterên AK Partiê li şûna parlamenterên din ên ne li meclîsê qaxezên hatinê dan û wiha axivî: “Ji ber vê ji bo hemû parlanemter bi vîna xwe û bi bikaranîna dengdana veşartî ya ji bo qanûna bingehîn û rêziknameya hundir deng bikarbînin dê hewldanên me hebin. Em hêvîdarin ku dê hemû parlamenter bikaribin biryara xwe bidin û xwedî temsîlyetê ne. Ji bo hevdîtinên qanûna bingehîn bi awayekî zindî bên weşandin me daxwaznameyek daye Wezîrê Meclîsê lê hêjî bersivek ji me re ne hatiye dayîn. Mafê gelê me heye ku hevdîtinên guhertinan qanûna bingehîn ku guhertinên rejîmî di nav de cih digire û ji bo pêşeroja gelê me pir girînge bi awayekî zindî bişopînin. Ez li vir carek din bi devkî vê daxwaza me ji Wezîrê Meclîsê re dişînim.”