‘Dema nêvengeke siyasî çêbibe dê gel bersiva herî baş bide'

AMED - Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş a li şûna wê qeyûm hat tayînkirin diyar kir ku di qada siyasî de qeyûm derbeyek e û wiha dest nîşan kir: "Di warê siyasî de dema gel nêvengeke baş bibîne, dê bersiva xwe ya herî baş bide."

Hevşaredara Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê Ulku Baytaş a li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, pêkanînên xwe dan der wek derbeyekê wesfand.

‘DI HUQÛQA NAVXWEYÎ DE REWŞEKE WISA TUNE YE'

Baytaş wiha got: "A rast ev ne qeyûm e, di huqûqa navxweyî de rewşeke wisa tune ye. Hûn nikarin qeyûmê tayînî şaredariyan bikin, çimkî ne şîrket in. Rêveberiya herêmî huqûqa dewletê bi xwe ye. Dewlet oprasyonê li dijî huqûqa xwe dike û wê wek qeyûmê tîne ziman. Qethiyen ev ne qeyûm e. Operasyona bîrbiriyê bi vî awayî tê birêvebirin."

‘BI VÊ RÊBAZÊ LI DIJÎ GEL DERBEYÊ PÊK TÎNIN'

Baytaş diyar kir ku, bi tayîn û wezîfedarkirinên hatin kirin re mafê hilbijarin û bijartinê ji holê hatiye rakirin û got, dewlet bi zorê dest daniye ser saziyên xwe.

Baytaş wiha dest nîşan kir: "Ev atmosfera hilbijartinên herêmî jî ji holê rakiriye. Li welat her roj mekanîka derbeyê dixebite û welat di serdemeke ku operasyonên cuda tên li dar xistin de derbas dibe. Ev rewş, helbet ne ji bo xizmetkirina gel e. Qeyûm tiştekî siyasî ye. Lê dema gel di warê siyasî de, nêvengekê bibîne dê bersiva herî baş bide wan."

Hevşaredarê Qereçobanê Îrfan Sari yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî dest nîşan kir ku, ne ku hevşaredar karê xwe nekirine û sûcdar in û wiha got: "Qeyûm, di encama polîtîkayên çewsandinê yên topyekun de li ser şaredariyan xwe daye der." Sari anî ziman ku, li dijî qeyûman gel zaf bi bertek e û diyar kir ku, heke hilbijartinek çêbibe dê rêjeya dengê wan ji yên berê zêdetir be.