RIHA - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Rihayê diyar kirin ku piştî teqînan ew hedef tên nîşandan û xwestin kesên hatine girtin bên berdan.
Rêxistinên HDP û DBP yên Rihayê derbarê binçavkirin û girtinên rêveber û endamên wan ên piştî teqîna Beşîktaşê de li avahiya xwe ya li Halîliyeyê civînek çapemeniyê li darxistin. Di civînê de Hevseroka DBP’ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç, axivî û wiha got: “Piştî her teqînê li şuna bûyer bê rûnîkirin kesên sivîl ên siyasetê dikin hedef tên girtin. Ji 12’ê Kanûna 2016’an heta niha li Riha û navçeyên wê di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ 250 kes hatin binçavkirin. Gelek kesên hatin binçavkirin ew kesê ku di civakê de tên naskirin û hemû agahiyên wan li midûryetê hene ne. Ev kes endamên meclîsê û rêveberên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyanin. Hevserokên Wêranşar, Bozova, Xelfetî, Pirsûs û gelek cihên din hatine girtin. Em wekî rêxistinên HDP -DBP’ê yên bajar em ê siyaseta xw eya demokratîk bidomînin. Em dixwazin demildest hevalên me yên hatine girtin bên berdan.”