ENQERE -Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, êrîşa zayendî ya li navçeya Etimesguta Enqereyê anî rojeva meclîsê.
Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarıhan, têkildarî êrîşa zayendî ya ajokarê otobusa gel li navçeya Etimesgutê ya Enqereyê pêk anî, pirsname da meclîsê. Sarihan diyar kir ku ev êrîşên zayendî ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê pêş dikevin anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê yên şaş tacîz û tecawiz zêde kirine.
Sarihan, bi boneya bersivandinê ev pirs ji Wezîran pirsî:
"* Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li gorî kijan pîvanan ajokaran digire karê ajokariya otobusan?
* Ejokarên ku tên peyvirdarkirin di kijan perwerdehiyê re derbas bûne. Piştî tên peyvirdarkirin di kijan destan re derbas dibin û çiqas tên venêrtin.
* Bûyera di otobusê de baweriya civakê nehiştiye. Tu hewldana şaredariya bajarê mezin a Enqereyê ji bo vê yekê heye?
* Der barê otobusên gel ên Şaredariya Enqereyê de wekî din gilî hene? Ger ku hebin ji bo van giliyan tu gav hatine avêtin?
* Li Enqereyê ji sala 2002'an heta niha bi heman mijarê çiqas gilî hatine kirin. Der barê van giliyan de çiqas lêpirsîn hatine vekirin?
* Faîlê bûyeran û ajokarê otobusê ji sala 2002'an heta niha têkildarî êrîşên zayendî çend doz li wan hatine vekirin û çiqas hatine cezakirin çiqas hatine berdan?
* Li dijî van erîyan hûn difikirin ku amûrê hişyariya êrîşê li otobusan bi cih bikin?
* Di otobusan de mecbûriya kamerayan heye. Ger ku hebe hûn li navendekê dişopînin?