ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku 4 şêweyên dengdayîna Na hene û wiha got: “Ya yekemîn em ê biçin û dengê redkirinê bikarbînin. Ya duyemîn em ê biçin dengê betalkirinê bikarbînin, ya sêyemîn emê dengê vala bikarbînin û yar çaremîn jî em ê bêjin ‘em di vê lîstîkê de cih nagirin’ û deng bikar nayînin. Destûr bidin ka em ê çawa bêjin ‘Na’.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, di civîna koma partiya xwe de axivî. Di rojeva Bîlgen de qanûna bingehîn û ji dest giritina mafên parlamenterên HDP’ê yên girtî hebû. Bîlgen, derbarê 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de wiha got: “Ez roja rojnamegerên ku hêjî dixebitim pîroz dikim. Em roja rojnamegerên ku deriyên rojname û TV’iyên wan ne hatine girtin pîroz bikin. Roja rojnamegerên girtî pîroz bikin. Di kesayetîn Metîn Goktepe yê ku xwest rastiyan ragihîne civakê û jiyana xwe ji dest da hemû rojnamegeran silav dikin.”
Bîlgen, derbarê 3 jinên şoreşer ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin de jî wiha got: “4 sal derbas bûn. Li derdorê belgeyên fermî yên dewletê digerin. Lê ne ji Tirkiyeyê ne jî ji Fransayê helwestek cîdî ne hat girtin.”
Bîlgen di axaftina xwe ya derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn de jî ev tişt anîn ziman: “Duh di nokteya vegerînê ya Tirkiyeyê de jî carek din bêhiqûqiyek hat jiyîn. Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber deriyê Meclîsê bi awayekî mafdar ku pêşeroja xwe dihizirin ji bo gotina xwe bêjin kom bûn. Ji bo bertek û hêviyên xwe nîşanî parlamenteran bidin xwestin li ber meclîsê bên cem hev. Lê kesên ku ji 15’ê Tîrmehê ve hemû kesî dawetî parlamentoyê dikin, duh di hevdîtinên krîtîk ên qanûna bingehîn de destûr neda ku sendîka û baro bên cem hev. Bi fermana ‘ger parlamenter jî bin derxînin’ bi gazê êrîşî wan kirin û ji Meclîsê dûrxistin. Duh di saetên nîvro de ev tabloya li ber deriyê Meclîsê hat jiyîn lîstîkên ku li meclîsê tên lîstin derdixîne holê. Ger hûn tiştekê ji gel narevînin ger ji gel re bifeyde be hûn çima ditirsin. Duh tişta hat jiyîn dê di bin vî banî de jî bê jiyîn ev reklama yekemîn a şanoyê bû. Çawa destpêkirin dê wiha berdewam bikin. Ger 330'ê bibînin dê di şertên OHAL’ê de bi kampanyayê dê ji pêkanînên Kenan Evren ên 30 sal berê cudatir nebe.”
Bîlgen, destnîşan kir ku duh serlêdana hevserokên wan hebû û wiha pêde çû: “Bi faksê ji Serokê Meclîsê re ragihandin ku dixwazin deng bikarbînin. Lê ji nedîtî ve hatin. Ne tenê serokê ku rûniştinê birêve dibe kesên li ser navê partiyan jî axivîn ji nedîtî ve hatin. Dibêjî qey li vî welatî 11 parlamenter ne di girtîgehê de ne, mafê wan tuneye ji nedîtî ve hatin."
Bîlgen, derbarê di dema bikaranîna dengên veşartî de bi vekirî karanîna dengan a parlamenerên AK Partiyê de jî wiha got: “Çawa qanûna bingehîn a Evren hem ji ber naverokê hem jî ber şêweyê bû mijara nîqaşan ev paket jî dê ji wê cudatir nebe.”
Bîlgen, biryara “boytotê” ji ber dengdayîne hatiye dayîn jî wiha vegot: “Şêweyek dengê erê bikaranînê heye. Kesên ku em nekirin amûrê propagandaya ‘bi veşartî dengê erê bikaranî’ ji ber helwesta me ya duh, ên ku nekarîn bi vê êrîşî me bikin şevê din aqil didan me. 4 riyên ku dengê ‘Na’ tê bikaranîn heye. Ya yekemîn em ê biçin û dengê redkirinê bikarbînin. Ya duyemîn em ê biçin dengê betalkirinê bikarbînin, ya sêyemîn emê dengê vala bikarbînin û yar çaremîn jî em ê bêjin ‘em di vê lîstîkê de cih nagirin’ û deng bikar nayînin. Destûr bidin ka em ê çawa bêjin ‘Na’. Dema em diçin ser sindoqan em ne aktorên lîstikên we yên qirêjin. Gel em li vir bi çi peywirdar kiribin em wê dikin.”
REXNEYA LI MHP Û CHP’Ê
Bîlgen, bi lêv kir ku kesên beriya 5 salan digotin ‘emê serokatiyê nîqaş nekin û nedin nîqaşkirin’ duh dengê erê bikaranîn û wiha pêde çû: “Wê demê kesên ku em bi hevkariya AKP’ê û lihevkirinê re sûcdarkirin hebûn. Niha heman tiştî ew bi xwe dikin.” Bi van gotinan MHP rexne kir. Bîlgen CHP nîşan kir û wiha domand: “Partiyek din her dema ku hikûmet dikeve tengasiyê, mînak wekî di mijara tezkereyê de, yan jî di wê derbeya ku parlanemterên me hatin girtin de bezîn û deng bikaranîn. Gotin li dijî qanûna bingehîne lê dê dengê erê bikar bînin. Ger dixwazin em dikarin polîtîkayên derve û hundir nîqaş bikin. Partiya ku derdê wê siyaseta bi pîvan, tişta ku beriya 5 salan got û piştî 5 salan înkar nekir û li pişt soza xwe sekînî HDP ye. HDP îro berdêla siyaseta bipîvan dide. Ger li derve tenê HDP’iyek bimîne jî dê bihêle ku her tişt ji we re bibe kabûs. Di sureya Fîlê de peyamek heye ew jî ‘Çûk dikarin fîlan têk bibin’ hûn bi tang û topên xwe daxwaza gel a azadiyê nikarin têk bibin. Ger hûn ji Quranê fêrnebûne hûnê ji ayetên jiyanê fêr bibin.”
CIVÎNA SEXTE YA MGK’Ê
Bîlgen, bi lêv kir ku heta hevdîtinên qanûna bingehîn li Tirkiyeyê du bêusûltiyên mezin hatine jiyîn û wiha got: “Mînaka yekemîn a di dîroka Tirkiyeyê de. Dîrok û hêjmara civîna MGK’ê ya ne hat kirin ji aliyê Lijneya Wezîran ve bi nivîsekê ji Serokê Meclîsê re hat dayîn. Mînakek din a vê tune ye. Nivîsa fermî vê sibê saet di 8.30'an de hatiye faks kirin. Di 3.1.2017 faks dikin û ev jî dibêje bila OHAL bê dirêjkirin. Dibêje bi biryara 501 dengan hetiye tavsiye kirin. Derew û xapandin gihiştiye vê astê. Pêşniyara civîna MGK’ê ya ne hatiye kirin, Lijneya Wezîran ji meclîsê re nivîs dişîne û li meclîsê bi dengê partiyên me rexne dikin OHAL hat dirêjkirin. Lê li ser vê digirin.”
'BI BENEKÊ DU CAMBAZ NIKARIN BILÎZIN’
Bîlgen,li dijî gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim ku di dema hevdîtinên qanûna bingehîn de li ser navê hikûmetê axivî û got; “Du kaptan nikarin keştiyekê bibin” wiha got: “Ev mînak başe lê li Tirkiyeyê tê wateya mînakek din. Bi benekê du cambaz nayên lîstin. Niha kesên dibêjin ger ji ‘Başîkayê dekevin dê ji Colemêrgê jî derbikevin’ li derdorê ne. Niha jî dibêjin em ê di demek baş de biçin. Lê tenê tiştekî dixwazin, ji bo van gavên paşde, di têkiliyên bi Rûsya, DYE û Iraqê de tenê daxwazek wan heye, ew jî siyaseta ‘Bila kurd dayîka xwe nebînine’ye. Bila kurdên li Iraqê biser nekevin û kurdên li Sûriyeyê nebin xwedî statu. Ji ber vê siyasetmedarên kurd rehîn digirin. Li derve jî welat bi rehîne didin hevdu. Tirkiye di mijara enerjiyê de rehînê Rûsyayê ye.”
Bîlgen, destnîşan ku ku operasyonên Tirkiyeyê yên li El Babê li dijî kurdan tê meşandin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo li bakurê Sûriyeyê hevgirtina kurdan pêk neyê hûn her roj leşkerên xwe qûrban dikin. Hûn dixwazin El Babê birêve bibin, hûn ji vê bawer dikin. Hûn dihizirin ku hûnê li Sûriyeyê bimînin. Ligel rejîmê ma hûn dihizirin ku dê bikaribin li Sûriyeyê bimînin. Hûn jî dizanin ku ev ne pêkane. Derbarê leşkerên winda dikin de hûn merasîman li dardixin û piştre jî dibêjin agahî ji me re ne hatibû dayîn. Kesên li wir tê fedakirin qûrbanên welat ên ji tirsa kurdanin ne tiştek dine.”
Bîlgen, da xuyakirin ku gotina Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş a “Polîtîkaya Sûriyeyê ji destpêkê ve şaş bû” bi bîranî û ev tişt gotin: “Kesê ku ev polîtîkaya şaş 5 salan ferz kir kîbû. Berpirsekê vê nîne gelo? Ger hûn nikarin faîlî bibînin, nikarin îtîraf bikin tê wateya ku hûn ji şaşiyekê ber bi şaşiyek din diçin. Ji bîr nekin dê kurd li ser vê axê bimînin û ger aştiyek pêk were jî dê bi kurdan re pêk bê. Ger hûn di şaştiyê de israr bikin ne tenê kurd dê hemû gelên din berdêla vê bidin.”
SAZIYÊN BI KHK’AN HATINE GIRTIN
Bîlgen, diyar kir ku bi KHK’yên ku bi begleya sexte ya MGK’ê ku OHAL hat dirêjkirin gelek sazî hatin girtin û wiha axivî: “Destkeftiyên kurdan hemû ji destê wan hatin girtin. Saziyên ku di dema Agar de jî hatine vekirin hatin girtin. Bi KHK’ê deriyê Komeleya Roboskê hat girtin. Hêjî kujerên Roboskê ne diyarin. Hêza wan têra tayînkirina qeyûm û rakirina peykerê Roboskê dike. Ji wê peykerê jî ditirsin. Ger Serokomar û endamên hikûmetê neyên darizandin dê Roboskê neyê rûnîkirin. Mesele ne pîlote rayeya ku hikûmetê daye ye.”
Bîlgen di dawiyê de balkişand ser gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê yên derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn ên dibêje “Di TV’iyan de me bişopînin” de jî wiha axivî: “Rizgarbûn di temaşekirinê û alîgirên partiyê kirina alîgirên futolê de jî nîne. Rizgar bûn bi têkoşîna hevpar dibe. Ligel kesên ku ji kar hatine derxistin û hatiye wêdekirin sekinînê pêkane. Em we navexwînin dendik xwarin û TV temaşekirinê. Em we dawetî di rojên zehmet de bi hevre dana têkoşîna hevpar dikin. Ger bindestên vî gelî tiştên berê ji bîr bikin û bi hevre têkoşîna hevpar bidin meşandin dê li ser vê axê aştî, azadî û demokratî pêkan be. Em ê bi hevre serbikevin teqez em ê serbikevin.”