ENQERE - Heyeta Neteweyên Yekbûyî ku xwestin rojnamegerên girtî Ahmet Altan, Mehmet Altan, Murat Sabuncu û nivîskar Asli Erdogan ziyaret bikin destûr nehat dayîn. Raportorê NY'ê David Kaye, diyar kir ku li gorî çavdêriyên me rewşa Tirkiye xeternak e.
Heyeta Neteweya Yekbûyî ku çend rojin li Tirkiye hevdîtinan pêk tîne çavdêrî û fikarên xwe yên der barê Tirkiye de anîn ziman. Raportorê NY'ê David Kaye, piştî ziyaret û çavdêriyan bi çapemeniyê re civîn pêk anî. Civîn li Beyaz Ev a NY'ê pêk anî. Kaye, di civînê de çavdêriyên xwe parve kir û diyar kir ku rewşa Tirkiye xeternak e. Kaye, anî ziman ku ji bo rojnamegeran pênûs û kaxiz qedexe ye û wiha got: "Dema em li rewşa rojnamegeran dinerin tenduristiya wan baş e. Lê mafê wan rê ragihandinê ji destê wan tê girtin. Ne tenê parêzer, di heman demê de kaxiz û pênus jî li wan tê qedexekirin. Pirtûk li wan hatiye qedexekirin. Di aliyê ragihandinê de tundiyek mezin li ser wan heye. Em di nava madmayînekê de ne."
BANG LI HIKÛMETÊ KIRIN: SERBEST BERDIN
Kaye, destnîşan kir ku nivîskara 71 salî Necmiye Alpay ku di qada navneteweyî de tê nasîn û rojnamegerên din ne li gorî hiqûq û mafên mirovan e û wha got: "Em dibînin ku rêgez tên binpêkirin. Em bang li hikûmetê dikin ku demek berî demekê hemû rojnamegeran serbest berdin. Girtina televîzyon û rojnameyan, girtina siyasetmedaran, ixraca akademisyenan dûrxistina kar, qutkirin û a stengkirina ragihandina înternetê rewşek tirsnak e. Em ji ber vê rewşê bi fikar in.
Kaye, anî ziman ku di çarçoveya KHK'ê de hikûmetê erka zêde bikar tîne. Kaye, bilêv kir ku dê rapora der barê hikûmetê de di mehên pêş de parve bikin.
Kaye, xwest rojnameger, nivîskar û akademisyen serbest bên berdan û kesên bi KHK’yan mexdûr bûne karibin mafê xwe yê îtîrazê bikar bînin. Xwest xalên têkildari têkoşîna bi terorê re û heqareta li serokomar jî bên rakirin.
DESTÛR NEDAN BI ROJNAMEGERAN RE HEVDÎTIN BIKIN
Kaye û heyeta pêre bi nûnerên hikûmetê, partiyên siyasî, rojnameger, akademisyenler re hatin cem hev. Lê destûr nehat dayin ku heyet bi Ahmet Altan, Mehmet Altan, Kadri Gursel, Murat Sabuncu, karikatürist Musa Kart û nivîskar Aslı Erdogan re bên cem hev.
Heyetê tenê bi rojnamegerên girtî Necmiye Alpay, Hakan Karasu, Bulent Utku, Guray Tekinöz, Mustafa Kemal Gungor û Onder Çelik re hevdîtin kir.