HEWLER - Li Hewlêrê nûnerên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) dê sibê bicivin.
Li gorî malperên medya yên herêmê aliyên PDK'ê û YNK'ê dê sibê li Hewlêrê li hev bicivin û li ser peywendiyên di navbera her du aliyan û çareserkirina kêşeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê niqaş bikin. Heyeta PDK'ê dê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî de, heyeta YNK'ê jî dê di bin serokatiya Berpirsê Desteya Karûbarên Mektebê Siyasî yê YNK'ê Mele Bextiyar de beşdarî civînê bibin. Tê zanîn ku Mektebê Siyasî yê PDK'ê duh ji bo destpêkirina gera duyem a ji bo aliyên siyasî civînek lidarxistibûn. Neyeta PDKê piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 20'ê Mijdara 2016'an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi peyamekê bangî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû, dest bi serdanên xwe kiribû.