Di navbera Yildirim û Kiliçdaroglu de hevdîtineke suprîz

ENQERE - Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di dema hevdîtinên pêşniyarên guherandina Qanûna Bingehîn de li Meclîsê bi awayekî supriz hevdîtinek pêk anîn.

Di dema hevdîtinên madeya yekemîn a guherandina Qanûna Bingehîn de, li Meclîsê hevdîtineke suprîz pêk hat. Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu hatin gel hev. Têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî nehat dayîn, lê şîrorveyên "hevdîtina bazariyê" tên kirin.

Yildirim û Kiliçdaoglu li kulîsa muxalefetê çay vexwarin û bi qasî 15 deqîqeyan sohbet kirin. Di dea sohbetê de Kiliçdaroglu got: "heke hûn vê teklîfê bi paş ve bikşînên dê çiqas baş be. Dê nêvengek xweş pêk bê." Her wiha Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel jî wiha got: "Em dixwazin heta 2019'an hûn Serokwezîr bin."