'Hikûmet ji azadiya kurdan ditirse'

ENQERE - Hevseroka DBP’a Enqereyê Kiymet Temel têkîldarî tayînikirina qeyûman li şaredariyên DBP’ê got ku ji ber ku hikûmet ji azadiya kurdan ditirse li hemberî gel êrîşên xwe her diçe zêdetir dike.

Tayînkirina qeyûman li şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) didome. Herî dawî qeyûm tayînê şaredayên Dersim, Wan, Sêrt û Mêrdînê hat kirin. Hevseroka DBP’a Enqereyê Kiymet Temel di der barê vê mijarê de axivî û diyar kir ku bila her kes bizanibe ku serkeftin a gelê kurd e û dê di demek nêz de gelê kurd van êrîşan bê encam bihêle, vala derbixe û dê dawî li desthilatdariyê bîne.

‘DESTHILATDAR DÊ TÊK BIÇIN’

Temel da zanî ku dawiya hovitiya her tim windakirin e û wiha axivî: “Tu desthiladar heta dawiyê nikarin hovitiya xwe li ser gel bidin meşandin û ferz bikin. Ez bawerim ku gelê kurd dê vê hovitiya AKP’ê di demek nêz de bi berxwedanekî xurt bê encam bihêle. Di dîrokê de heta niha gelek desthilatdar hatin çûn û tu desthilatdaran heta dawiyê nekarîn fikrên xwe li ser gel ferz bikin. AKP jî hêdî hêdî têk diçe û dawiya wan bi awayekî zelal tê dîtin.”

‘GELÊ KURD XWEDÎ HÊZEKÎ MEZIN E’

Temel destnîşan kir ku îxtidar ji hêza gel ditirse ji ber vê yekê êrîşî siyaseta kurd dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sedema êrîşên li hemberî siyaseta kurd li holê ye. Gelê kurd êdî xwedî hêzekî mezin e. Hêza gel û siyaseta kurd tirsê dixe nava dilê hikûmetê, ji ber vê yekê jî hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê operasyonên qirkirinê li hemberî siyasetmedarên kurd her roj zêde dike. Dibe ku her roj li dijî şaredariyên kurd qeyûm bên tayînkirin, lê ev jî nîşan dide ku gelê kurd bi hêz e û ev hêza siyaseta kurd bûye belaya serê dewlet.”

‘SERKEFTIN NÊZÎK E’

Temel da xuyakirin ku derûniya rayedarên dewletê xira bûye û axaftina xwe wiha domand: “Bi rastî hêza siyaseta kurd derûniya rayedarên dewletê xira kiriye. Ji bo vê yekê jî nizanin çi bikin her roj li hemberî siyasetaa kurd tiştên kirêt dikin. Bila hemû kes baş bizanibe ku hêza siyaseya kurd dê siyaseta desthilatdariyê têk bibe. Yên ku bi ser bikevin jî siyasetmedar û gelê kurd e. Serkeftina me nêzîk e û em ê di demek nêz de hemû vê serkeftinê bi çavên xwe bibînin.”

‘TU KES NIKARE HÊZA ME BIŞIKÎNE’

Temel bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê kurd divê bi biryarî piştgiriyê bide siyasetmedarên kurd û ji bo şermezarkirina van êrîşên dakeve kolanan. Serkeftin bi tekoşînê tê destxistin ji ber vê yekê em û gelê me em ê bi tekoşînekî xurt dawî li van êrîşan bînin. Binçavkirin û girtin hêza me naşikîne û em ê her roj zêdetir bi awayekî hêz siyaseta xwe berdewam bikin.”