Endamên Meclîsa DBP'ê kom bûn

AMED - Endamê Meclîsa DBP'ê di Serokatiya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de li hev kom bûn

Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di serokatiya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de li salona Konferansê ya Vedat Aydin
a li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê kom bûn. Cîgirên Hevserokên DBP'ê û Endamên Meclîsa DBPH'ê amade bûn. Civîna DBP’ê ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat dê operasyonên siyasî yên li dijî endam û rêveberên wan, Yekîtiya Neteweya Kurd, Niqaşên Qanûna Bingehîn, qeyûmên li dijî Şaredariyên DBP’ê bên hiqaşkirin. Li bendê ye ku piştî civînê encamnameya civînê bi raya giştî re bê parvekirin.