Madeya pêncemîn hat qebûlkirin

ENQERE - Dengdayîna madeya pêncemîn a guherandina Qanûna Bingehîn jî bi dawî bû. Made bi 343 dengan hat qebûlkirin.

Dengdayîna madeya pêncemîn a guherandina Qanûna Bingehîn jî bi dawî bû. Piştî dengdayîna madeyên 3 û 4'emîn CHP'ê xwest navber bê dayîn, lê AKP'î li dijî vê derketin. Li ser vê li Meclîsê şer derket û CHP'ê biryara nebaşdarbûna dengdayînê da, lê li ser vê jî dengdayîn domiya û made bi 343 dengan hat qebûlkirin.

Dengdayîna madeya pêncemîn wiha ye:

Na: 7
Erê: 343
Vala: 3
Bêlayan: 1

DÊ ÇI LI MADEYÊ BÊ ZÊDE KIRIN

Bi guherandinê guherandina madeya 87'emîn a Qanûna Bingehîn tê xwestin û "... venêrîna Lijneya Wezîran û Wezîran..." û tê xwestin ku peywir û rayeya wê, ji nav raye û peywira Meclîsê bê drexistin.

MADEYA ÇAREMÎN JÎ HAT QEBÛLKIRIN

Piştî pêşniyara madeya sêyemîn a guherandina Qanûna Bingehîn, di nav gelemşe û rageşiyekê de bi 341 dengî hat qebûlkirin, dengdayîna madeya çaremîn jî bi 343 dengan hat qebûlkirin.

Dengdayîna dadeya çaremîn a guherandina Qanûna Bingehîn jî bid awî bû. Di dengdayînê de 486 parlementerî deng bi akr anîn.

Encama dengan a madeya çaremîn wiha ye:

Na: 139
Erê: 343
Vala û bêlayan: 2

GUHERÎN ÇI DERPÊŞ DIKE?

Madeya çaremîn a dengdayîna wê dest pê kir; li gor esasên Madeya 77'emîn a Qanûna Bingehîn hilbijartinên giştî 4 salê carekê bûn û bi vê guherînê tê xwestin ku hilbijartinên giştî bibin 5 salê carekê û her wiha tê xwestin ku, hilbijartinên herêmî û yên serokomariyê di heman rojê de bin.

PIŞTÎ AXAXFTINÊN BERIYA DENGDAYÎNA MADEYA SÊYEMIN PIRS HATIN KIRIN

Piştî axaftinên li ser navên koman ên der barê madeya sêyemîn a guherandina Qanûna Bingehîn, karê pirs-bersivan hat kirin. Pişt re hevdîtina pêşniyara guherînê ya HDP'ê û pêşniyara dijraberî ya CHP'ê pêk hat.

PÊŞNIYARA GUHERÎNÊ AGIRÊ DOLAR GUR KIR

Serokwekîlê Koma CHP'ê Bulent Tezcan ê têkildarî pêşniyarê mafê axaftinê wergirt wiha got: "Îro dolar xwe gihand 3.93 TL'yî. Berî ez derkevim vir kûr ev bû. Yanî dovîz her roj zêde dibe. AGirê wê gur bû. Ji roja ev nîqaş dest pê kirin dovîz zêde bû."

Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgin Irgat jî wiha got: "Ev yek ji mînaka populîst a xebatên îktîdara AKP'ê ye. Mirov hemû pêşniyarê deyne aliyekî û dema tenê li vê madeyê binihêre, tenê mirov vê madeyê dikare wke tiştekî erênî bibîne. Gelek hevalên me yî ciwan, lêborînê dixwazim, dê erka hevalên ciwan çi be. We Meclîs evqasî bêerk hişt, dê kîjan wekîl çawa siyasetê bimeşîne. Me dev ji sûltaya pêşnegiyê berda, em derbasî sûltaya serokomar bûn."

DOLMABAHÇE BI BÎRA AKDOGAN HAT XISTIN

Irgat Mutabakata Dolmabahçeyê bi bîr xist û pirsa fikrên Talçin Akdogan ê li ser navê AKP'ê axivî kir.

Irgat wiha got: “Her madeyek wê dikaribû pirsgirkên sedsalî yên Tirkiyeyê çareser bike. Têkildarî pênasekirina çareseriya demokratîk a netewî û biûtên wê yîn herêmî bûn." Piştî vê gotinê Irgat, dubare 10 madeyên mutabakatê xwend.

Akdogan, li hemberî bibîrxistina Irgatê axaftina xwe domand.

Pêşniyarên CHP û HDP’ê hatin redkirin.

Paşê dengdayîna têkildarî madeya sêyemîn dest pê kir.

DÎSA RAGEŞIYA DENGDAYÎNA NEPEN

Di dengdayîna guherandinê de tansiyon zêde bû. Ji ber di dema karê dengdayîna nepen de, hin parlemnter rengên dengê xwe diyar kirin, di navbera AKP û CHP'iyan de rageşiyek xwe da der. Ji ber vê arbedeyê Serokê Meclîsê Ahmet Aydin navber da karê dengdayînê.

Piştî navberê dengdayîna madeya sêyemîn bi dawî bû.

MADEYA SÊYEMÎN BI 345 DENGÎ HAT QEBÛLKIRIN

Madeya sêyemîn a guherîna Qanûna Bingehîn jî hat qebûlkirin. Di dengdayînê de 345 deng hatin bikaranîn.

Dengdayîn wiha bû:

Na: 139
Erê: 341
Bêlayan: 2
Vala:3

Piştî madeya sêyemîn hat qebûlkirin, ji rûniştinê navber hat dayîn. Piştî navberê dê hevdîtinên madeya çaremîn pêk bên.

Bi medeya hat qebûlkirin re, dê temenê hilbijartinê ya ji bo parlementeriyê ji 25'an dakeve 18'an.