Bahçeli: Divê Ahmet Turk bêyî bê girtin bê darizandin

ENQERE – Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, Li Meclîsê di bersicdayîna pirsan de got, divê Ahmet Turk bi awyaekî negirtî bê darizandin.

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, di dema domandina hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn de, li kulîsê pirsên rojnamgeran bersivand. Bahçeli, der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk de, daxuyaniyên balkêş da.

Bahçeli wiha got: "Heke pêşniyar derbas nebe, divê Meclîs ji serî bê nûkirin. Di hevdîtinan de stratejiya rageşiyê tê şopandin, divê wisa nedome. Heke wisa bidome, dibe ku berbelavî Tirkiyeyê bibe. Di dengdayînê de, ez ne li benda ketin û daketinên ji nişkave me. Divê bi mercekê li fîreyê bê gerîn. Divê Ahmet Turk bêyî bê girtin bê darizandin."