'Li Astanayê gazî kurdan nekin dê şer, gazî bikin çareseriyê biaxivin'

MÊRSÎN - Rojnameger Îbrahîm Gezîcî yê li xeta sînor rojnamegeriyê dike der barê hevdîtinên ku dê Rûsya, Îran û Tirkiye li Astanayê pêk bîne de diyar kir ku hevdîtinên Astanayê yên bêyî kurdan dê bibe karîkatura hevdîtinên Cenevreyê, Heysem Alî jî nirxandina "Li Astanayê gazî kurdan nekin dê şer, gazî bikin çareseriyê biaxivin"

Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkiye û Rûsyayê di 20'ê kanûna 2016'an de li Moskowê deklerasyonekî hevpar îmze kirin. Bi hewldana van hersê welatan ve biryara civînekî li Astana ya Kirgizistanê hate girtin. Ji bo hevdîtinên Astaneyê dê kê bê vexwendir hê ne diyar e. Kurdên ku derveyî hedîtinên li Cenevreyê pêk hat, hatin hiştin jî ne diyar e ku dê vexwinîn Astanayê yan na. Rojnameger Îbrahîm Gezîcî yê li sînorê Hatayê geşedanan dişopîne û nivîskarê Yakin Dogu Haberê Heysem Alî hevdîtinên ku dê li Astanayê pêk bê nirxandin.

Rojnamger û nivîskar Îbrahîm Gezîcî diyar kir ku hê nediyar e hevdîtinên Astanayê bê kirin yan a û heke dest pê bike jî dê seqet dest pê bike. Gezîcî destnîşan kir ku Deklerasyona Moskowê tenê metnekî agirbestê ye û guhertoya hevdîtinên Lozanê li gorî îro eyarkirin e, deklerasyorekî ku li ser navê gelên Sûriyeyê demokrasiyê esas digire nîne.

'DÊ BIBE KOPIYA CENEVREYÊ'

Gezîcî got ku platformekî bêyî kurdan dê encamê nagire û hevdîtinên Astanayê hê dest pê nekiriye lê ji niha ve di warê encaman de hin tiştan dide dest. Gezîcî da zanîn ku ger bi vî awayî çûyîna hevdîtinên astanayê pêk bê dê encam wekî Cenevreyê be, pêşniyerekî çareseriyê ya bêyî kurdan û hêzên demokratîk dê biser nekeve û wiha berdewam kir: "Îdlîbê wekî xeta sor datîne. Kî li Îdlibê heye Nusra heye, komên cihadîst hene. Li vir rewşekî wiha derdikeve pêşberî me. Rûsya û Îran deklerasyona ku bi Tirkiyeyê re îmze kirin nîşan didin ku careke din hevdîtinên Cenevreyê ji nû ve bidin despêkirin. Jixwe hevdîtinên Astanayê li şûna hevdîtinên Cenevreyê wekî alternatîf hate destpêkirin. Dihat dîtin ku hevdîtinên Cenevreyê di nava xwe de bi pirsgirêk derbas dibe. Ligel ku bi pêşengiya Amîrak, koalîsyona navneteweyî û rasterast bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû lê ligel vê yekê jî biser neket. Ji ber ku nûnerên kurdên li Sûriyeyê tunebû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ku li Sûriyeyê li dijî cihadistan faktora herî girîng e tunebû. Hevdîtinên Astanayê jî wekî kopiyekî hevdîtinên Cenevreyê bêyî NY, Amarîka, koalîsyona navneteweyî û ya herî girîng jî bên kurdan û bêyî hêzên demokratîk careke din tê dubarekirin. Ev bi awayekî aşkera di serî de îlankirina biserneketinê ye."

ŞER LI HEMÛ ROJAVA BELAVKIRIN

Rojnameger-nivîskar Heysem Alî jî anî ziman ku hevdîtên bi Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve girêdayî ye. Alî da zanîn ku AK Partî ya ku naxwaze kanton bigihîjin hev dixwaze şer li hemû Rojava belav bike lê di vî mijarê de Rûsya û Şam dê çi bibêjin girîng e.

Alî da zanîn ku di senaryoya ji niha pê ve de pozîsyona Rûsya û Şamê girîng e û wiha berdewam kir: "Di geşedanên dawî ya li Helebê, artêşa Sûriyeyê û YPG'ê li dijî çeteyên cihadîst koordînasyon avakirine û li Bakurê Helebê li hin herêman jî artêşa Sûriyeyê û QSD'ê koordînasyon ava kirin. Ev koordînasyon û têkîlî herêmî ye yan Şam nêzîkatiyekî ku herêma Rojava qebûl dike nayê zanîn ev dê di nava demê de bê dîtin. Suriye li Babê Tirkiyeyê naxwaze. Ger bê bîra we piştî êrîşa hewayî ya li dijî YPG'ê artêşa Sûriyeyê gefa ger dubare bike dê balafirên Tirkiyeyê bixe xwar. Lê piştî hevdîtinên di navbera Rûsya û Sûriyeyê careke din balafirên Tirkiyeyê li ser Babê firîn. Li vir em di navbera Rûsya û Şamê nêrînên cda dibînin."

GELO JI ASTANAYÊ ENCAM TÊ GIRTIN?

Alî anî ziman ku cudatiya Astanayê ji Cenevreyê ew e ku Amarîka pêşengiyê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Welatên kendavê, Misr û Iraq ji bo hevdîtinan hatin vexwendin. Lê nebûna Amerîkayê destê xeta Rûsya-Îranê xurt dike. Di vî rewşê de em dizanin ku bazara di navbera Rûsya û Îranê dê kêrî kê be. Herî zêde dê Rojava bê axaftin, tawîzên ku Tirkiye bide bê axaftin. Nayê zanîn ev hevdîtin dê pêk bê yan na lê çi encam dê derkeve eev girîng e."

GER LI ASTANAYÊ KURD NEBIN...

Alî destnîşan kir ku di hevdîtinên ku kurd nebin de tenê di warê herêmî de dê encam bê girtin lê şer dirêj bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji serî heta niha tê gotin. Kurd li vî herêmê hene, çek hilgirtin. Li dijî DAIŞ û cihadistên din şer kirin, mutefîkên wan çêbû. alîkarî girtin û bûn fatkorek. Şamê di hevdîtinên Cenevreyê de kurd jî xwest. Nûnerê NY'ê yê Sûriyeyê got divê kurd cih bigirin. Rayedarên Şamê jî ev dubare kirin. Rûsyayê jî ev xwest. Li hemberî kurdan li Cenevreyê muxalefeta Tirkiye û Erebistana Sûdî hebû. Li Astanayê dîsa muxalefeta Tirkiyeyê heye diyar e ku dê gazî nekin. Lê di hevdîtinên Cenevreyê de me dît ku rewşa hevdîtinan dikare bê guhertin. Lê di hevdîtinên bêyî kurdan de ancax encamên herêmî dikare bê girtin (li herêmên wekî Îdlîbê) û şer dirêj bibe. Îran, Rûsya û Şam jî vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê di rojên pêş de di dema hevdîtinan de ger gazî kurdan nekir dê şer, gazî bikin çareseriyê biaxivin."

Ahmet Kanbal - dîhaber