Yuksek: Meclîs erê bike jî gel erê nake

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku di pêvajoya OHAL'ê ku siyasetmedar û parlamenter girtî ne de sazkirina Qanûna Bingehîn ne rast e û wiha got: "Guhertina Qanûna Bingehin di meclîsê re derbas bibe û bê erêkirin jî gel vê yekê erê nake û di referandumê de ‘Erê" dernakeve. Gel dê di referandumê de ji AKP’ê re bêje 'Raweste'. Em armanc dikin ku di demek nêzîk de Kongreya Yekitiya Neteweyi pêk bînin. Birêz Ocalan berê gotibû 'Ger hikûmet amade be dikarim di 6 mehan de çareser bikim."

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yaksek, Cîgira Hevserokan a DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Endamê Lijneya Giştî HDP'ê û Hevşaredarên ku ji peyvirê hatine girtin Hevşaredarên DBP'ê li gel endamên çapemeniyê li Amedê di civîna taştê de hatin cem hev. Endam û xebatkarên ajans, rojname, televîzyon û malperên ku bi biryara KHK'ê hatin girtin jî amade bûn. Yuksek piştî taştê daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivand. Yuksek, bal kişand ser girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û heşaredaran û wiha got: "Girtina siyasetmedaran li dijî hiqûqê ye. Em dixwazin hemû siyasetmedarên me bên berdan. Ji 1'ê mijdarê hilbijartina giştî heta niha 4 hezar endam û rêveberên me hatin girtin. Hemû hevalên me ji ber xebatên siyasî girtî ne. Ger ku li vî welatî kesên siyasetê dikin bên girtin, wê demê li şûna siyasetê alav û amûrên din dikevin meriyetê. Girtin rêbazek şaş e. Kesên siyasetê dikin divê di qada siyasetê de xebatên siyasî û şaredariyan berdewam bikin. Li dijî hiqûq û demokrasiyê ye."

‘EM DÊ DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN'

Yuksek, girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê u parlamenterên girtî jî rexnekir û wiha berdewam kir: "Pirsgirêk bi vî rengî çareser nabe. Li vî welatî pirsgirêk bi riya siyaseta demokratik çareser dibe. Çiqas asteng derkevin pêşberî me jî em dê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Gelê me baş dizane ku şer tê çi wateyê. Hikûmet û dewlet di rewakirina şer de şaşiyên mezin dike. Civakê dişe nava agir. Hemû daxuyaniyên wan kuştinê pîroz dikin. Kuştina mirovan ne tiştekî baş e. Her kes ji şer û kuştinê bezar e û şer naxwazin. Divê demek berî demekê ev şer bi dawî bibe û aramî dest pê bike."

‘EM DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN QANÛNA BINGEHÎN KU CIVAKÊ DIXE NAVA XWE'

Yuksek, bal kişand ser niqaşên li meclîsê yên li ser guhertina xalên qanûna bingehîn û wiha giot: "Di pêvajoya OHAL'ê ku siyasetmedar û parlamenter girtî ne de sazkirina Qanûna Bingehîn ne rast e û wiha got: "Guhertina Qanûna Bingehin di meclîsê re derbas bibe û bê erêkirin jî gel vê yekê erê nake û di referandumê de ‘Erê" dernakeve. Gel dê di referandumê de ji AKP’ê re bêje 'Raweste'. Her kes vê yekê rexne dike. Pêdiviya Tirkiye ji qanûna bingehîn a sivîl û demokratîk heye. Qanûna ku bi HDP û DBP'ê re bi muxalefetê re nayê niqaşkirin ava dikin." Pergala Tirkiye û Qanûna Bingehin a Tirkiye her kesi eleqeder dike. Ji ber vê yekê divê hemû beşên civakê tev li van niqaşan bibe. Divê vîn û rengê civakê bê xuyakirin. Qanûna Bingehîn ku civak di navde be em jî dê piştgiriyê bidin. Çêkirina qanûnan a yek alî şaş e û nayê qebûlkirin. Encama hişmendiya yek perest e û Tirkiye dixe nava talûkeye."

'EV ŞÊWAZÊ DARBEYÊ YE'

Yuksek helwesta Serokwezîr a "Bila duserî ji holê rabe" jî rexne kir û wiha got: "Dibêje du serî nabe. Wê demê çima hem Walî û hem şaredarî heye. Em vê yekê jî ji holê rakin. Ev rêbaz şaş e. Bila walî jî hebe û bila Şaredarî ji hebe. Lê bila ji aliyê gel ve bên hilbijartin. Pergala Serokwezîr diparêze şeklê darbeyê ye. Li Tirkiye gelek pirsgirêk hene. Li Amedê, turkmen, ermen hene. Li Mêrdînê ereb, suryanî hene. Divê mafê tevan bê nasîn û parastin.


‘EM BAWER DIKIN OCALAN DI 6 MEHAN DE ÇARESER BIKE'

Yuksek, polîtîkayên AKP'e yên li dijî kurdan jî rexne kir û wiha got: "Divê êdî dawî li şer bînin. Divê hikûmet dawî li polîtîkaya ewlehiyê bîne. Divê cih bide diyalog û muzakereyan. Dema bi birêz Ocalan re niqaş hatin meşandin di aliyê çareseriyê de gavên girîng hatin avêtin. Pişti hevdîtin hatin qutkirin Tirkiye bêtir ber bi rewşa xerab de çû.
Divê hikûmet bi lezgîn dawî li vê rewşê bîne. Heri dawî dema Mehmet Ocalan bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî got "Ez hêj li ser masa muzakereyê me. Ger ku hikûmet amade be ez dikarim di nava 6 mehan de çareser bikim. Em bawer dikin ku Birêz Ocalan di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bike. Ger ku pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û siyasî çraeser bibe, dê Tirkiye ber bi aramî û serfiraziyê ve biçe. Dê Tirkiye bibe welatê cihanê yê bi hêz. Ji ber vê yekê di çareseriyê de rola Brêz Ocalan pir girîng e.

Yuksek, pirsên rojnamegeran jî bersivand û anî ziman ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî û rewa ye.

EM KONGREYA NETEWEYÎ PLAN DIKIN

Yuksek, bal kişand ser ziyaretên Herêma Federal a Kurdistanê û Ewropayê jî û wiha got: "Welatên Ewropa siyaseta Tirkiye rast nabîne. Em armanc û plan dikin ku di demek nêzîk de Kongreya Yekîtiya Neteweya Kurd pêk bînin.Daxwazên Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî ne.

Yuksek, bal kişand ser tenduristiya hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û anî ziman ku tenduristiya wî her ku diçe xerab dibe. Yuksek, xwest bi awayeki hiqûqî bê darizandin.

ŞÎMŞEK: EM QEYRANA QANÛNA BINGEHÎN A JIN TÊDE TUNE DIJÎN

Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî anî ziman sedema rewşa Tirkiye ya niha têde pirsgirêka siyasî ye û wiha got: “Li welatê ku azadî lê tune be krîz heye. Tirkiye kriza qanuna bingehîn dijî. Qanûna Bingehîn ji azadiya jinê û azadiya ramanê dûr e. Di vê qanûna nû de cihê jinê tune û jin ji qanûna bingehîn tên dûrxistin. "