Erdogan: Di navbera teroristên bi çek û terorîstê bi dolar, euro ferq tune!

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan di civîna bi keyayan re axivî û diyar kir ku çi dibe bila bibe ev Qanûna Bingehin dê di meclise re derbas bibe û wiha got: "dolar/TL gihaştiye 4'an. Êdî bi armanca êrîşê aboriyê bikar tînin. Êdî tu cadahiya terorîstên di destê wan de çek heye û terorîstên di destê wan de dolar û euro heye ji hev tune ye.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, li Qesra Serokomartiyê di civîna 34'an de bi keyayan re hat cem hev û axivî. Serokomar bêtir li ser niqaşên Qanûna Bingehin rawestiya û diyar kir ku zû dereng ev pêşniyarnameya Qanûna Bingehîn dê di meclîsê re derbas bibe û bê pêşberî gel. Tu hewldanên li meclîsê dê kêrî tiştekî neyê. Ne 15 roj mehek be jî dê ev qanûn derbas bibe û bê pêşberî gel."

Erdogan têkildarî rewşa aborî jî axivî û wiha got: "Dixwazin bi aboriyê êrîşî Tirkiye bikin. Em dizanin aboriyê wekî çek bikar tînin. Bila baş zanibin ku terorîstên di destê wan de çek heye û terorîstên di destê wan de dolar û euro heye tu cudahiya wan ji hev tune ye. Kura dowîzê wekî çek bikar tînin."