Maratona Qanûna Bingehîn di roja 4'emîn de ye
'Serokomariya partiyî' hat qebûlkirin: 340 erê

ENQERE - Madeya heftemîn a guherandina Qanûna Bingehîn ku der barê "serokomariya partiyî" de ye bi 340 dengî hat qebûlkirin.

Piştî hevdîtinên der barê madeya 7'emîn a guherandina Qanûna Bingehîn ku madeya herî krîtîk e dengdayîn pêk hat û bi 340 dengî hat qebûlkirin.

Encama dengdayîna madeya 7'emîn wiha ye:

Erê:340
Na:136
Vala:4
Bêlayan:2

Madeya 7'emîn, dê sererastkirina têkildarî serokomartiya partiyiyî bi xwe re bîne.

MADEYA 6'EMÎN HAT QEBÛLKIRIN

Di encama dengdayîna madeya 6'emîn e guherandina Qanûna Bingehîn de, made hat qebûlkirin.

Dengdayîna madeya 6'emîn wiha ye:

Erê:343
Na:137
Vala:2
Bêlayan:1

BERIYA DENGDAYÎNA MADEYA 6'EMÎN AXAFTINÊN KOMAN

Li Meclîsê, hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn di roja şeşemîn de didomin. Di hevdîtinên ku her diçe tansiyon zêde dibin de, ji ber şerê li Meclîsê kursiya ku axaftin lê têkirin texrîb bûbû û kursî bi temamî hat guherandin.

‘YÊN DÊ VÊ BIKIN CEJEN, DÊ NE HÛN BIN

Muharrem İnce yê CHP'î wiha got: "Heke ev qanûn derbas bibe, yên dê vê bikin cejn dê ne hûn û em bin. Dê kesên BOP'ê kirine bi xwe bin. Îro pêdiviya me ne serokatiyeke hêzdar e, yekîtiya me ye."

Piştî İnce, li ser navê MHP'ê Parlementerê Muglayê Mehmet Erdogan axivî.

Li ser navê HDP'ê jî Parlementera Bedlîsê Mizgin Irgat axivî.

JI QANÛNA BINGEHÎN A 1921'Ê VE YE KU TIRKIYE BI PAŞ VE DIÇE

Irgat got, pêşniyar li dijî avahiya demokratîk ya Tirkiyeyê hatiye sererast kirin û wiha domand:

“Hûn ê qanûna xweseriyê jî nîqaş bikin. Hûn ê Qanûna Bingehîn a 1921'ê jî nîqaş bikin. Dema mirov li Qanûna Bingehîn a 1921'ê dinihêre, dê demê kurdan cara ewil bi navê xwe li vir cih girtin. Em qala serdemek ku nêzî 70 parlemnterî bi cilûbergên xwe yên herêmî bûbûn xwedî temsîliyet dikin. Lê ji wan geşandan ber bi paş ve tê çûyîn, tekparêzî bû serwerê zimanê Qanûna Bingehîn. Tirkiye ji wê rojê heta niha bi paş ve diçe."

DÊ HEVDÎTINÊN 3 MADEYAN PÊK BÊN

Piştî redkirina pêşniyarên CHP û HDP'ê, tevî madeya şeşemîn a teklîfê hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn dest pê kirin. Di rûniştina îro de li gel madeya 6'emîn tê payîn ku dê dengdayîna madeyên 7 û 8'emîn jî pêk bên.

DI MADEYA 6'EMÎN DE DÊ ÇI BÊGUHERANDIN?

Di çarçoevya madeya 89'emîn a Qanûna Bingehîn de; qanûna ku ji aliyê Serokomar ve ji Meclîsê re bê şandin divê bi heman awayî bê qebûlkirin, lê belê ji bo vê şerta "...ji hemû hejmara endamên Meclîsê, piraniya mînîmum" divê. Dê bi vê sererastkirinê re, qanûna ji aliyê Meclîsê ve ji Serokomar re bê şandin divê bê qebûlkirin, bi awayekî dîtir ji bo di îradeya xwe de israr bike, ji bo qebûlkirina qanûn divê xwe bigihîne hejmara piraniyî.