Endamê Kordînasyona DÎB'ê: Divê ev ji meclîsê re neyê hiştin

ENQERE - Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê Lêkolîner û Nivîskar Kadir Akin, diyar kir ku gelê Tirkiye bi talûkeya diktatoriyê re rû bi rû ye. Akin, xwest ev karê qanûna bingehîn tenê ji meclîse re neyê hiştin.

Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê Lêkolîner û Nivîskar Kadir Akin, têkildarî niqaş û geşedanên li meclîsê axivî. Akin, diyar kir ku gelê Tirkiye bi talûkeya diktatoriyê re rû bi rû ye. Akin, xwest ev karê qanûna bingehîn tenê ji meclîse re neyê hiştin. Akin, xwest her kes bi şîara "Ji bo her kesî demokrasî, Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê" li dijî faşizmê eniyek fireh ava bikin û wiha got: "Di nava Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê de bi sedan nivîskar nivîskar, rewşenbir, siyasetmedar nûnerên rêxistinên saziyên demokrasiyê hene. Akin, anî ziman ku berî her tiştî dixwazin gefa faşîzmê ji holê rakin û li dijî faşîzmê têbikoşin. Akin, têkildarî niqaşên meclîsê yên li ser guhertina Qanûna Bingehîn jî anî ziman ku ev niqaş paşverûya siyasî ye û wiha got: "Ev hewldan Tirkiye dixe nava bîra tarî. Divê berî her tiştî em vê talûkeya li pêş Tirkiye ji her kesî re vebêjin. Divê em bêjin ku ev paket meclîsê bê wate û erk dihêle. Hemû hêza meclîsê dikeve destê Serokomar. Divê teqez ev bê mahkumkirin. Rastî ji civakê tê veşartin."

'DIVÊ EV GUHERTIN JI MECLÎSÊ RE NEYÊ HIŞTIN'

Akin, destnîşan kir ku niqaş bi muxalifa CHP û HDP'ê tenê re tê niştin û wiha got: "Divê niqaş li dervê meclîsê jî bên kirin. Divê ev niqaş tenê bi meclîsê neyê bi sînorkirin. Guhertin tenê ji meclîsê re neyê hişqtin. Divê muxalefeta civakê jî bê rêxistinkirin û xurtkirin. Ger ku guhertina Qanûna Bingehîn li meclîsê bê erêkirin û derbasî referandumê bibe, êmê di mehê pêş de wekî Hewldana Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê dê kampanya "Na" bidin destpêkirin.
Li dijî faşîzmê ev hewldana me tenê bi serê xwe têr nake. Divê hemû hêzên muxalif têkevin nava tevgerê û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê ji niha de em hemû hêzên muxalif têkevin nava liv û tevgerê û destê xwe bidin hev.

Divê her kes li cihê xwe li dijî guhertinê ji bo "Na" xwe bi rêxistin bikin û xebatê bimeşînin.