ÎZMÎR - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn ên li Meclîsê didomin nirxand û got, pêşnûmaya Qanûna Bingehîn a nîqaşên wê tên kirin, tu tevkariya wê ji bo aştî û demokrasiyê tune ye.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan koçyigit hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn ên bi rojan eli Meclîsê didomin nirxandin.
'PARLEMENTERÊN AKP'Î DEV JI WEKÎLTIYA GEL BERDANE'
Koçyigit got, parlementerên AKP û MHP'î hay ji naveroka pêşnûmayê tune ne û wiha axivî: "Di şexsê AKP'ê de hem Meclîs hem jî parlementerî îtibar winda kir. Em dibînin ku, meqamê parlementeriyê ji wekîltiyê wêdetir veguherandine navenda rant û menfeatê. Çimkî, parlementerên AKP'î dev ji wekîltiya gel berdane û wekîltiya Qesrê tercîh kirine. Parelementerên AKP û MHP'î ji bo berjewendiyên xwe bîadê kesekî dikin û bi vî awayî Tirkiyeyê ber bi kendavê ve dibin."
'JI BO BERJEWENDIYÊN HIN KESAN TEVDIGERIN'
Koçyigit dest nîşan kir ku, peywira bingehîn a parlementeran ew e ku, agahiyan ragihînin gel û li gor menfeatên gel tevbigerin û wiha got: "Lê parlementerên AKP û MHP'î li gor berpirsiyriyeke wisa tevnagerin. Li vir ya ji wan tê payîn ew e ku, li gor berjewendiyên gelên Tirkiyeyê tevbigerin. Lê belê, ew li gor berjewendiyên hin kesên din tevdigerin."
'PARLEMENTERÊN HDP'Î REHÎN TÊN GIRTIN'
Koçyigit girtina hevserokên giştî û parlementerên HDP'ê bi bîr xist û wiha got: "Bi rakirina destnedayînê pralementerên HDP'ê li girtîgehan rehîn tên girtin. Dîsa bi heman awayî di ser hêzên ewlehiyê re, parlementer tên derbkirin, rastî heqaretan tên. Ev jî li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ya heyî tên kirin."
'EM Ê TEVÎ HEMÛ HEVGIRÊN XWE BIBÊJIN 'NA''
Koçyigit got, heke pêşnûmaya Qanûna Bingehîn berpêşî gel bê kirin ew ê bibêjin 'Na' û wiha domand: "Me tevî hemû hevgirên xw eev nîqaş kirin û çi Pergala Serokatiyê be, çi Serokomariya Partiyî me, em ê li dijî van rejîmên yekzilamî bêjin 'Na'." Koçyigit dest nîşan kir ku, ew ê xwe bigihînin hemû derdorên civakê û sedemê 'Na' yê ji wan re vebêjin û wiha axivî: "Em ê kampanyaya 'Na'yê bi rê ve bibin. Em ê binpêkirina azadiyan, krîza aborî, û nebirêvebirina Tirkiyeyê ji civakê re vebêjin. Em ê tax bi tax, mal bi mal bigerin û em ê vê ji hemû derdorên civakêre vebêjin."
Koçyigit got, dema referandum pêk bê ew bi hêvî ne ku dê civak bibêje 'Na' û wiha axivî: "Bes hemû hêzên demokrasşî, aştî û kedê bila bên gel hev. Em ji kesên gazî tarîtiyê dikin bêtir in. Em di şerê xwe de mafdar in, lê tenê ya ji me re divê ew e ku em vî şerê xwe bidomînin."