ENQERE - Di guhêraniya Qanûna Bingehîn de madeya 10'emîn a dê "alîgirên serokomar" diyar bike bi 343 dengan hat qebûlkirin.
Hevdîtinên der barê madeya dehemîn ên pêşniyara guhêraniya Qanûna Bingehîn de bi dawî bûn. Piştî axaftinên li ser navê şexs û koman, pêşniyarên guhêraniyê hatin vegotin û hevdîtin bi dawî bûn. Di encama dengdayîna têkildarî madeyê de, madeya 10'emîn bi 343 dengan hat qebûlkirin.
Di encama dengdayînê de, madeya 10'emîn jî wek madeyên din hat qebûlkirin. Di dengdayînê de 348 parlementerî deng bi akr anîn. Encamê dengdayînê wiha ne:
Erê: 343
Na: 135
Vala: 3
Nederbasbar: 2
Madeya 9'emîn a pêşniyara guhêraniya Qanûna Bingehîn ku dê "berpirisyariya cezaî" ya Serokomar sererast bike hat qebûlkirin. Di 57'emîn pevcivîna hevdîtinên guhêraniya Qanûna Bingehîn ku bi tevkariya AKP û MHP'ê pêk tê de, piştî hevdîtinan dengdayîna madeya 9'emîn pêk hat. Di yekemîn tûra dengdayîna madeyê de, made bi 343 dengî hat qebûlkirin.
Belaviya têkildarî dengdayîna nepen wiha ye:
Erê: 343
Na: 137
Vala: 3
Nederbasbar: 2
Her wiha, piştî qebûlkirina madeya 10'emîn, heta niha di hevdîtin û dengdayîna pêşniyara guhêraniya Qanûna Bingehîn de bi giştî 10 made hatine qebûlkirin.