Paylan rastî ceza hat, HDP Lijneya Giştî terikand

ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, ji ber di axaftina xwe ya di hevdîtinên guhêraniya Qanûna Bingehîn de peyva "qirkirinê" bi kar anî li Meclîsê tansiyon zêde bû û li ser vê ji be rvê îfadeyê bi hevkariya AKP,CHP û MHP'ê ceza li Paylan hat birîn. Li ser vî parlementerên HDP'î Meclîsê terikandin.

Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, di axaftina xwe ya di guhêrnaiya Qanûna Bingehîn de got, "me piranî û piralîbûnê bi qirkirinê û qetlîaman winda kir" û piştî vê gotinê li MEclîsê nîqaş zêde bûn. Li ser vê axaftina Paylan, AKP'yiyan bi peyva "qirkirinê tune" ye bertek nîşan dan û her wiha CHP û MHP'ê jî bi heman gotinan piştevaniya wan kir û destûra nedan ku Paylan axatina xwe temam bike.

Piştî nîqaşan her çû li Meclîsê tansiyon zêde bû û bi tevakriya AKP, CHP û MHP'ê ji ber peyva "qirkirinê" cezayê nebaşdarbûyîna "3 pevcivînan" li Paylan hat birîn.

HDP LIJNEYA GIŞTÎ TERIKAN

HDP, Lijneya Giştî ya Meclîsê ku hevdîtinên guhêraniya Qanûna Bingehîn lê didomin terikand. Vê biryara HDP'ê, piştî Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan ji ber peyva "qirkirinê" rastî cezayê nebeşdarbûna "3 pevcivînan" hat, hat dayîn. Parlementerên HDP'î piştî biryarê eywana Lijneya Giştî ya Meclîsê terikandin.

Piştî vê biryara HDP'ê, hevdîtinên guhêraniyê li Meclîsê bêyî partiya sêyemîn a mezin hatin domandin.