Madeya 11'emîn bi 341 dengî hat qebûlkirin

ENQERE- Di pevcivîna Lijneya Giştî ya Meclîsê ya ku saet di 14.00'an de dest pê kir, piştî dengdayîn û qebûlkirina madeyên 9 û 10'emîn, dengadyîna madeya 11'emîn jî bi dawî bûn. Made bi 341 dengî hat qebûlkirin. Karên dengdayîna madeya dawîn ya pevcivînê piştî nîqaşên "qirkirinê", bêyî HDP'ya ku Lijneya Giştî terikand pêk hatin.

Li Meclîsê, di roja 5'emîn ên hevdîtinên guhêraniya Qanûna Bingehîn de îşev der abrê madeyên 9 û 10'emîn de hevdîtin pêk hatin û piştî hevdîtinan dengdayîna wan pêk hat. Di pevcivîna îroyîn de bi giştî hevdîtinên 3 madeyan hatin kirin û piştî hevdîtinan, dengdayîna madeya dawîn ya îşev bi jî bi dawî bû. Di pêşniyara guhêraniyê de 483 parlementerî deng bi kar anîn û made bi 341 dengî hat qebûlkirin.

Encama dengdayîna madeya 11'emîn wiha ye:

Erê: 341
Na: 134
Vala: 5
Nederbasbar: 2

MADEYA 11'EMÎN BI XWE RE ÇI TÎNE?

Pêşniyara guhêraniyê sererastkirina têkildarî hilbijartinan di xwe de dihebîne û heke pêşniyar bê qebûlkirin, ji endamên Meclîsê bi piraniya ji pêncan sisê dê biryara nûkirina hilbijartinan bê dayîn.