ENQERE - Akademîsyen-Nivîskar Fikret Başkaya, diyar kir ku Tirkiye bi kaoseke dijwar re rû bi rû maye û wiha got: "Lê tenê dikare bi muxalefeteke hevpar a ku tevgera siyasî ya kurd jî di nav de ji vê kaosê rizgar bibe.
Akademisyen-Nivîskar Fikret Başkaya têkildarî rewşa Tirkiyeyê ji dîhaberê re axivî. Başkaya, diyar kir ku li Tirkiyeyê kaoseke dijwar heye û tenê bi muxalefeteke hevpar rizgarbûyîna ji vê kaosê pêkan e.
'LI TIRKIYEYÊ XITIMANDINA PERGALÊ HEYE'
* Tirkiye di serdemeke krîtîk re derbas dibe. Hevdîtinên Qanûna Bingehîn, pevçûn... Tirkiye mudaxilî şerê li Rojhilata Navîn jî bû. Çi dibe çi diqewime? Hûn vê çawa şîrove dikin?
Ji xwe carekeê, pergala cîhanê ya kapîtalîst ketiye serdemek xitimandinê. Û em bi krîza şaristaniyê re rû bi rû ne. Êdî kapîtalîzm ji çarseriyê bêtir pirsgirêkan hildiberîne. Ji çêkirinê bêtir dirûxîne. Bi awayekî giştî, li cîhanê dîmenek wisa heye, yanî di pergalê de xitimandinek heye. Ji ber vê, ev xitimandin û krîz li Tirkiyeyê tundtir e. Dîmen wiha ye: Êdî ev rejîm di çarçoveya wê demokratîkbûyîna kulek, di çarçoveya huqûq, demokrasiya asgarî de nikare bi rê ve bê meşandin. Û wê çaxê tenê qozek di dest wan de dimîne, manîpulekirina şidetê. Bi tasfiyekirina mafên sînorkirî jî rejîmeke nû ferz dikin.
'DI DÎROKÊ DE QETHIYEN PAŞVEÇÛYÎN TUNE YE'
* Hevdîtinên Qanûna Bingehîn li kuderê vê cih digirin?
Taybetmendiyeke guherandina Qanûna Bingehîn heye. Ev ne wek yên berê ne. Niha, ev ne çêkirina Qanûna Bingehîn e, jiholêrakirina Qanûna Bingehîn e. Tenê ne baskê wê yî li vir, taybetmendiya îslamkarên siyasal dijminatiya bi nirxên gerdûnî ye. Ji wê demê, tenê serdema 1923'yan ji bo xwe nakin pirsgirêk, yanî derdê wan ewqas ne girtina kevanê ye. Derdê wan bi berê re heye. Niyeta vana ew e ku, ji Serdema Tanzîmatê, Qanûnî Esasiya Yekemîn bi paş ve biçin û biçin heta sedsala 7'emîn. Tiştekî ku hesab nakin heye, di dîrokê de paşveçûyîn tune ye. Xwazî bila zorê bidê, bila bitengijîne, bila bieciqîne, lê qethiyen paşveçûyîn nepêkan e. Tiştek ji vir dernayê. Lê belê, tişştek heye ew jî zirarê didin civakê û mirovan, yanî potansiyeleke wan a wisa heye.
LI TIRKIYEYÊ Q'YA DEWLETA QANÛNÊ JÎ TUNE YE
* Hûn helwdana derbeyê çawa şîrove dikin?
Kesên derbeya 15'ê Tîrmehê kirin jî û yên asteng kirin jî hedefa wan heman hedef e. Yanî ji şûna mayî yên didin didomîne. Derbe didome. Wisa xuya dike ku, 15'ê Tîrmehê veguherandine firsendê. Îlankirina OHAL'ê. Dev ji dewleta huqûqê berdin, li Tirkiyeyê Q'ya dewleta Qanûnê jî tune ye.
'JI FAŞÎZMÊ WIRDETIR DÎMENEKE KAOSÊ HEYE'
* Hûn wek têgeh van pêkûtiyan çawa pênase dikin?
Kaos ew têgeh e ku ji faşîzmê berfirehtir e. Ji ber êdî Tirkiye bi rê ve naçe, ez vê wek kaosê pênase dikim. Hemû ronahiyên şanîderan ya li sorê yan jî li zerê disekinin. Wek hûn dizanin zer jî pri nasekine vediguhere sorê. Ji ber vê li hemû qadên jiyanê dîmeneke îflasê heye. Tabî hin kes ji vê re dibêjin faşîzm, lê ji faşîzmê wirdetir dîmeneke kaosê heye. Rejîmeke şîdeta mutleq jî tê dîtin.
* Sedemên rojane yên vê kaosê çi ne?
Helbet li vir prisgirêka kurd heye. Ev rejîm di warê neçareserkirina pirsgirêka kurd de sondxwarî ye. Lê belê, taybetmendiyeke wiha ya vê rejîmê heye. Tu carî bersiveke erênî nedaye daxwazên civakê, nade jî. Çima, hûn dizanin? Difikire, heke bide dê sihra wê tarûmar bibe. Ji ber vê her ku kurd bûn daxwazker tim xwestin wan bipengizînin û hat heta roja îroyîn.
* Dê ev kaos ber bi ku ve biçe?
Bêhêvîtî ne tiştekî domdar e. Dijberî tebîeta mirova ye. Lê helbet dem tê carinan hêvî qels dibe. Îhtimala ku rewş xerabtir bibe heye; mesela rewşa aboriyê zaf xerab e, potansiyeleke rûxandina aborî ya deraqilî heye. Heke 20 milyon betal hebin, dê ev derkeve 20 milyonî. Kesê(n) bi zor û heft bela nan dikirin, dê nikaribin nan jî bikirin. Dê ji bilî rojnameyên dewletê destûra tu rojnameyê jî neyê dayîn. Dibe weziyeta totalîterîzmê ya herî dijwar xwe bide der. Nikarim nebêjim dê şerekî navxweyî pêk neyê. Ji xwe dê wê demê wehşet li holê be. Ji niha ve şibiya welatên Rojhilata Navîn.
* Li Tirkiyeyê muxalefeteke hevpar pêkan e gelo?
Muxalefeta kurdan heye, dînamîkeke girîng e. Muxalefeteke laîk-sekuler heye, girseyeke berfireh e. Di nav vê de çepgirî heye. Dema ez van derdoran hemuyan tînim gel hev, potansiyela xerakirina vê lîstikê heye. Wek potansiyel heye, lê realîzekirina vê potansiyelê jî helbet rewşeke cuda ye.
* Di meseleya Qanûna Bingehîn de hin spekulasyon tên kirin. Dê di meclîsê re derbas bibe yan, heke derbas bibe dê di referandûmê de rastî çi encamê bê?
Ew dixwazin di demeke kurt de dengdayîna Qanûna Bingehîn biqedînin. Lez û beza wan heye. Dixwazin zû biqedînin. Îhtimala di Meclîsê bialiqe jî heye. Heke biçe referandûmê, îhtimala ji wir jî paş ve were heye.
'JI QANÛNA BINGEHÎN A ABDULHAMİT'Ê 2'YEMÎN JÎ XERABTIR E'
* Heke vegere, dê eniya 'erê' di encameke wek a 7'ê Hezîranê de israr bike yan?
Mesela te ew pijiqand û ji referandûmê vegeriya. Piştî vê jî pir girîng e. Dê çi bibe, wê demê dê mirov raziyî vê rewşê bibin? Ji xwe heke ev Qanûna Bingehîn derbas bibe, ev ji bo civakê şerm e. Ji Qanûna Bingehîn a Abdulhamîtê 2'yemîn jî xerabtir e.
'POTANSIYELA PEQANDINA KRÎZA ABORÎ ZAF ZÊDE YE'
Noqteyeke krîtîk heye: Çima evqasî lez dikin? Ji xwe Qanûna Bingehîn û qanûn by-pass kiriye. Çimkî krîza aborî pir nêz e. Heke birûxe, îhtimala rûxandina wê zêde ye. Deyn pir zêde ne û qatqatî bûn. Li derve îtibara Tirkiyeyê daketiye sifirê. Li hudnur bawerî nemaye. Potansiyela peqandina krîza aborî zaf zêde ye û ji ber vê dixwazin berî biteqe xwe ji vê xelas bikin.
Lê heke destûra vê neyê dayîn, dê civaka careke din qet sererastkirineke wiha qebûl neke, yên ew pijiqandin jî qet destûra piştî wê nadin!
Selman Gozelyuz-Deniz Nazlim - Dîhaber