'Navê herî girîng ê banga Yekîtiya Netewî dike Birêz Ocalan e'

ÎZMÎR - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, gavavêtinên ji bo yekîtiya netewî ya kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Di warê yekîtiya netewî de navê herî girîng ê banga yekîtiya netewî dike Birêz Ocaln e. Ji ber vê îro rastî tecrîdeke giran tê."

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyigit, gavavêtinên der barê yekîtiya netewî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln tê sepandin nirxand. Koçyigit got, 100 berê hema bêje erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên navnetewî ve cedwelê hatiye dabeşkirin û anî ziman ku, ew dibînin ku îro jî dubare Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û ji bo kurd dubare nekevin xefka çewtiyên 100 sal berê divê "Yekîtiya Netewî ya Kurd" pêk bînin.

'BERJEWENDIYÊN TU MEZHEB Û EŞÎRETÊ JI YÊN YEKÎTIYA NETEWÎ NE GIRÎNGTIR IN'

Koçyigit wiha axivî: "Divê li dijî serdestên ku di sedsala 21'emîn de bi mezhebî, malbatî û eşîretî kurdan bera hevdidin , kurd tifaqa xwe pêk bînin û li ser 'Yekîtiya Netewî ya Kurd' hûr bibin. Divê berjewendiyên tu malbat, eşîret û mezhebê ne li pêş ên netewa kurd bin. Divê her kes baş bizanibe, dema 'Yekîtiya Netewî ya Kurd' pêk bê, dê hemû kurd bi ser kevin. Tekane riya rizgariyê ya her çar perçeyê Kurdistanê ev e."

'JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ HÊVÎ LI ROJAVAYÊ YE'

Koçyigit anî ziman ku, ji bo 'Yekîtiya Netewî ya Kurd' cihê hêviyê Şoreşa Rojavayê ye û wiha dest nîşan kir: "Îro di warê yekîtiya netewî de gavên herî çêker li Rojavayê tên avaêtin. Hem bi paradîgmaya xwe hem jî bi bang û gavên xwe yên şênber. Îro kurd li Rojavayê dîroka azadiyê dinivîsînin. Ji ber vê, divê ev dîroka azadiyê xwe bigîne kurdên li perçeyên din jî. Riya vê jî di yekîtiya netewî re derbas dibe. Divê li ser vî asasî her gerd, her saziyên civaka sivîl, her partî tevbigere û hewl bide."

'NAVÊ HERÎ GIRÎNG BIRÊZ OCALN E'

Koçyigit anî ziman ku, divê di vê xalê de mirov balê bikişîne ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Di warê yekîtiya netewî de navê herî girîng ê banga yekîtiya netewî dike Birêz Ocaln e. Ji ber vê îro rastî tecrîdeke giran tê. Li her deverên Kurdistanê bêyî li pozîsyon û statuyê bê nihêrîn, divê her kes li dijî tecrîd û girtina Birêz Ocalan tewrê xwe nîşan bide."

Koçyigit dest nîşan kir ku, rewşa îro dide der ku Tirkiye bi her awayî di nav liv û tevgerîneke deraqilî de ye û wiha axivî: "Ji xwe carekê, Tirkiye welateke ku bi tirsê tê birêvebirin. Îro AKP tirsê empozeyî gel dike û bi rê ve dibe. AKP gel aniye asta ku gel ji tirsê ditirse. Tirsa civakê bi rê ve dibe. Di vê xalê de tirsa wê ya herî mezin jî Birêz Ocalan û fikrên wî ne. Tirsa AKP'ê ya herî mezin ew e ku, fikrên Birêz Ocalan ên der barê aştî, demokrasî û azadiyê de xwe bigihînin gel."

'BERPIRSIYAR AKP BI XWE YE'

Koçyigit dest nîşan kir ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got, tecrîda tê sepandin di heman demê de îhlalkirina qanûnên Tirkiyeyê ye. Koçyigit wiha domand: "Bi her qedexekirina hevdîtinê re, Tirkiye dubare dubare bi awayekî qanûnên xwe îhlal dike. Ev jî nîşanî me dide ku, bê çi qasî avahiya huqûq û dewletê tê mehandin."

Koçyigit dest nîşan kir ku, mueyîdeyên xasî kesan û tecrîdê sûcên mirovahiyê ne û wiha got: "Birêz Ocalan 18 sal e rastî tecrîda giran tê. Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve di bin tecrîdeke mutleq de ye. Berpirsiyarê vê tecrîda giran û binpêkirina mafên mirovan AKP bi xwe ye."

'LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANA AZADIYÊ DIDOME'

Koçyigit anî ziman ku, piraniya Tirkiyeyê di warê tenduristî û ewlehiya Ocalan de bi şik û guman e û got, rewşa herî şênber a girtina parlementerên HDP'î, bi tayînkirina qeyûman desteserkirina şaredariyan û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî kurdan li Îmraliyê xwe dide der.

Koçyigit anî ziman ku, dewlet bi polîtîkayên komkujî û tepisandinê dixwaze OCalan bitengijîne û herî dawî wiha got: "Li vir dema dewlet van operasyonan bi rê ve dibe, a rast şert û mercên bazariyê yên bi Birêz Ocalan re jî çêdike. Dibêje, 'Ez vana dikim tu jî raziyî vê bibe.' Lê belê, Birêz Ocalan xwe nade ber bazariyeke bi vî awayî û bi berxwedaneke birûmet tevdigere. Li Îmraliyê berxwedana aştî, jiyan û azadiyê didome. Divê her kes dengê xwe li dengê vê berxwedanê zêde bike."