ENQERE - Koordînatorê AKAM’ê Kemal Ozkîraz, diyar kir ku ger welat biçe hilbijartina pêşwext dê AK Partî û MHP winda bikin û wiha got: “Dibe ku biçin referandumê lê dê referandum bi hêsanî derbas nebe. MHP dê vê carê bi fermî wekî şirîkê hikûmetê derbikeve pêşberî hilbijêrên xwe û alîkariyê bixwaze.”
Wekî piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ger riya serokatiya Serokomar Tayîp Erdogan neyê vekirin, nîqaşên dê hikûmet biçe hilbijartina pêşwext ku ji aliyê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ve hatin ragihandin hêjî didome. Nîqaşên hilbijartina pêşwext ku Erdogan û AK Partî jî piştgiriyê didinê bê kirin dê çi li benda Tirkiyeyê be?
Lêkolînên ku bersiva vê pirsê didin jî senaryo û tabloyên cuda derdixîne holê. Kemal Ozkîraz ku koordînatoriya Navenda Lêkolîna Raya Giştî ya Avrasya (AKAM) ku li qadan bi awayekî rêk û pêk nabza gel a hilbijartinê digire, dike bawer dike ku “Hilbijartina pêşwext ji bo pêşî li kêmaniyên di nava AK Partî û MHP’ê de bigirin, gefa li dijî parlamenterên we pêktîne ye û blofe”.
'GEFEK VALEYE’
Ozkîraz da zanîn ku derketina hilbijartina pêşwext “gefa li dijî parlamenterane” û wiha got: “Em îhtîmalek mezin nadin hilbijartina pêşwext. Yên ku Tirkiyeyê bibin hilbijartina pêşwext jî heman parlamenterin. Nikarin bi mijara seroktiyê biçin hilbijartinê ji ber wê ev gefek valaye. Ger bi sedemek wiha biçin hilbijartinê dizanin dê winda bikin ji ber wê dizanin bi sedî sed dê windabikin. 70 parlamenterên ku di 1’ê Mijdarê de hatin Meclîsê mafê teqawîtiyê qezenc nekirine û bi tirsên van parlamenteran tê lîstin.”
Ozkîraz ji bo parlamenterên Ak Partî û MHP’ê yên ku berê teqawîtî bidest xistine û li enîya kesên dibêjin ‘Na’ disekinin jî wiha got: “Dibe ku ev sererastkirin di meclîsê re derbas bibe. Ji ber ku parlamenter di bin gefek mezin de ne. Tirsa parlamenterên AKP’ê yên muxalif ji hilbijartina pêşwext zêdetir wekî FETO îlankirine. Ger di destê wan de lîsteyek heye û parlamenter bi vê tên tehdît kirin dê sererastkirin derbas bibe.”
'DÊ ÎTÎFAKA AKP Û MHP’Ê BIBE KOALÎSYONEK’
Ozkîraz ku yek ji kesên dibêjin hilbijartina pêşwext nayê kirin û vê îdîaya xwe pêşde dibeye wiha pêde çû: “Piştî sererastkirin di Meclîsê re derbas bû dê îtîfaka di navbera AK Partî û MHP’ê bi fermî vegere ‘şîrikatiya koalîsyonê’. Dê di navbera AK Partî û MHP’ê de hikûmeta eniya neteweyî bê avakirin. Bi vî awayî MHP wekî partiyek muxalif li şûna piştriya ji bo referanduma ku nikare rave bike bixwaze, dê wekî şirîkê hikûmetê li pişt sererastkirinan bisekine. Her wiha dê parlamenterên muxalif jî bi dayîna wezîrtiyan bên îqnakirin. Di navbera Erdoga û Bahçelî de peymanek wiha heye.”
'AK PARTÎ DÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT DE WINDA BIKE’
Ozkîraz li ser pirsa ger hilbijartina pêşwext pêk bê dê tabloyek çawa derkeve wekî kesekî ku nebza gel digire wiha axivî: “Ez piştgirî ji lêkolînên xwe yên berê min kirine û ji tiştên dîtine dibêjim dê referandum bi hêsanî derbas nebe. Di vê rewşê de dê piştgiriya ji sedî 40 bi zorê bibîne. Serokatî û referandum ne rojeva gele. Guhertina pergalê ne di xema wan de ye û bi bertek jî nêz nabin. Mirov aborî û êrîşan ji xwe re dikin dert. Nikarin biçin hilbijartina pêşwext ji ber ku hêjamara dengên wan pir kêmin. Dengên AK Partî û MHP’ê nagihin dengên berê yên AKP’ê. Ger MHP bendê derbas bike, dê bi dengên AKP’ê derbas bike. Li herêmên peravê dengên MHP’ê ji CHP’ê re diçin. Di hilbijartinek wiha de herî zêde dê CHP qezenc bike. Ji Behra Reş heta Trabzonê ku alîgirên MHP’ê xwedî fikra laîklikê ne li dijî Bahçelî bi bertekin. Van kesan di hilbijartinên 1’ê mijdarê de bi soza dê piştgiriyê nedin serokatiyê deng dan MHP’ê. Partiya herî biqezenc CHP û hinekî HDP ye. Hemû aliyên biperwerde ji AKP’ê veqetiyane û hêviya xwe birîne. Kesên ku ji bo kaos çênebe di 1’ê Mijdarê de deng dan niha dibînin ku ev kêrnehatiye.”