ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ji ber di koma meclîsê de gotina “komkujî" rastî cezayê beşdarî 3 civînên meclîsê nebe hat û ev gotin ji girtekan hat derxistin. Paylan, diyar kir ku ew baş dizane ku çi hatiye serê vî gelî û bal şikand ser şaşiyên demên borî.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Grup Paylan derbarê dema hevdîtinên qanûna bingehîn a “pergala serokatiyê” de, di axaftina xwe ya li ser madeya 11’emîn kirî de ji ber gotina “qirkirin” bikar anî cezayê tevlînebûna 3 runiştina lê hat birîn û ji bo “qirkirin” ji girtekê bê derxistin de axivî.
Paylan bal kişand ser bertekên ji kursiyên AK Partî, CHP û MHP’ê bilind bûne û wiha got: “Netewperstî û nijatperestî anîn meclisê. Min dehan caran li kursiyên meclîsê gotina qirkirin bikar anî. Duh dema qanûna bingehîn di hat nîqaşkirin min xwest ji paşeroja xwe ders bigirin. Beriya sedsalan qanûnek bingehîn a yekperestî hat çekirin. Gel ji tune hatin hesibandin. Di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de me çar gel winda kirin. Me Ermenî, Rum, Suryanî û Yahudî windakirin. Ger em heman şaştiyê bikin em ê îro heman êşan carekdin bikişînin.”
'MHP’Ê GEF Lİ AKP'Ê XWAR’
Paylan, bi lêv kir ku di dîroka meclîsê de cara yekemîn bûyerek wiha hatiye jiyîn û wiha pêde çû: “MHP’ê li ser min gef li AKP’ê xwar. MHP’ê got ger hûn Garo Paylan ji ber van gotinan ji meclîsê dernexin em ê piştgiriya xwe ya ji bo qanûna bingehîn vekişînin. Beriya niha tu pêkanînek wiha çênebûye. Di dîroka meclîsê de cara yekemîne. Mixabin ev ceza pêk hat bi zexta MHP’ê ya li ser AKP’ê.”
‘PEYAMA EM Ê DENGÊ WE QUT BIKIN BÛ’
Paylan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Diyar bû ku ev qanûna bingehîn a faşîst e. Ev rûdana; ji niha û pêde hûnê li gorî daxwaza me biaxivin. Em çiqas destû bidin hûnê ewqas îfade bikin bû. Ev peyama ger hûn tiştên em dixwazin nekin em ê dengê we qut bikin bû.”