HDP'ê xwe ji niqaşên Qanûna Binehîn a îro vekişand

ENQERE - HDP'ê ji ber "cezayê 3 civînan beşdarî niqaşên meclîsê nebe" li Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan ha birîn, biryar da ku îro xwe ji niqaşên Qanûna Bihgenih vekişîne.

HDP'ê biryar da ku îro beşdarî niqaşên li meclîsê nebe. Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, biryara HDP'ê aşkere kir. Kerestecîoglu, ziman ku ji ber sedema biryarê cezayê li Parlamenterê wan ê Stenbolê Garo Paylan ku ji ber peyva “komkujî" anî ziman hat dayîn wekî helwest îro beşdarî niqaşên li meclîsê nabin. Kerestecîoglu, anî ziman ku duh li hevalê wan Garo Paylan hewldana lîncê pêk hatiye û wiha got: "Cezayê tevlêbûna 3 civînan heta niha nehatiye dîtin. Bi rojan e neheqiya mezin û bê hurmetiya mezin tê kirin. Em dibin şahidên hemaset û nivîsên "Kuçik nakevin vir". Em astengiya azadiya vê kursiyê û astengiya siyaseta li ser vê kursiyê ya li dijî hevalên xwe li hemberî xwe tevan dibînin. Em vê yekê teqez qebûl nakin. Em wekî Koma Partiya Demokratîk a Gelan tev li rûniştin û niqaşên îro nabin."

Piştî axaftina Kerestecîoglu Koma HDP’ê ji meclîsê derketin.