WAN - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li ser Kongreya Neteweya kurd û yekîtiya kurd axivî û diyar kir ku kurd di sînorê serkeftinê dene û azadiya kurdan pir nêzîk e.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li ser rewşa kurdan û Rojhilata Navin axivî. Guven, anî ziman ku di vê pêvajoya ku hemû hêzên navneteweyî berê xwe daye axa Rojhilata Navîn bêtir pêdivî bi yekîtiya 4 perçeyên kurdistanê heye û wiha got: "Divê rêberên kurd bibin yek. Ger ku rêberê kurdan bibin yek kurd dê serkeftinên mezin bi dest bixin. Ger ku kurd bibin yek dê li çar perçeyan bi ser bikevin. Ji bo vê yekê jî beri her tiştî pêdivî bi Kongreya Neteweya Yekîtiya Kurd heye. Ji bo kongre kom bibe em di nava xebatê dene. Divê li hev kom bibin û daxwazên xwe û newşereya pêşeroja xwe diyar bikin. Pêdivî bi statuya bakur başûr rojhilat û rojava heye. Divê kurdên çar perçeyan li hev kom bibin û pirsgirêk û pêdieviyên xwe niqaş bikin. Bi hevre li çareseriya hevpar bigerin. Divê di kognreyê de bêjin "Em wekî kurd hene. Em dê hebin. Em dixwazin hebuna xwe bi ziman, nasname û çanda xwe bijîn. Em wekî KCD ji bo vê yekê girîngiyê didin kongreyê û xebatê wê dimeşînin.
'KURD DÊ BI SER BIKEVIN'
Guven, têkildraî pêşeroja kurdan ji axivî û da zanîn ku ev sedsal dê bibe sedsala kurdan û kurd dê an bi ser bikevin an bi ser bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê pêvajoya ke ku her kes êrîşî kurdan dike de divê kurd bêtir bibin yek û bêtir têbikoşin. Çavê hemû cîhane li kurdan e. Divê em kongreya yekîtiya xwe pêk bînin. Kurd dê bi perspektîf û fikrên Birêz Ocalan mohra xwe li vê sedsalê bixin. Ji bo ve yekê yekîtî û rêxistinbûnî girîng e. Divê bartiyên kurdan ên bakur bibin yek û pêşengiyê ji partiyên 4 perçeyên Kurdistanê re bikin."
DIVÊ BIRÊZ BERZANÎ JÎ BERPIRSIYARIYA XWE PÊK BÎNE
Guven bang li Mesud Barzanî jî kir û xwest ew jî di vê pêvajoyê de berpirsiyariya xwe ya yekîtiya kurd pêk bîne. Ger ku em li rewşa Rojava binerin em dizanin ku îro çiqas yekîtî pêwist û girîng e. Em dibînin ku sînorê herî dirêj yê Tirkiye sînorê Rojava ye. Lê hêj Rojava û PYD'ê nas nake. PYD'e wekî rêxistina terorê dibîne. Ji ber ku destkeftiyên kurdan tehamul nakin û êrîş dikin. Niha DYA rastiya kurdan qebûl dike. Rûsya û DYA qebûl dike ku tenê kurd dikarin li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Lê Tirkiye hêj qebûl nake. Kurd dê bi cewherê xwe yê xweser hebûna xwe û nasnameya xwe biparêze. Dê statuya xwe bi dest bixin."