NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Desteya Navendî ya PYD'ê Emîne Osê destnîşan kir ku ji ber hemû aliyên Sûriyê beşdarî civîna Astana nabin dê tu encama ji civînê dernekeve.
Endama Desteya Navendî ya PYD'ê Emîne Osê, têkildarî civîna ku li Paytextê Kazakîstanê Astanyayê di pêşengiya Rûsya, Tirkiyê û Îranê de pêk bê agahî da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA). Emîne Osê, zanîn ku civîna Astana yek ji encamên lihevkirina Rûsya û Tirkiyê pêk tê û ji aliyekî din ve jî Rûsya dixwaze piştî şerê Helebê û plana radestkirina Babê ji Tirkiyê li Rojhilata Navîn xwedî helwestekê be. Emîne Osê anî ziman ku israrkirina Rûysa, Tirkiyê û Îranê li ser çareseriyên leşkerî ne gaveke cidî ye û bi lêv kir ku ji bo aloziya Sûriyê çareseriyeke bingehîn pêwîst e û wiha got: "Dewleta Tirk li hember nebeşdarbûna Kurdan di civîna Astana de nehişt ku çeteyên Koalîsyona Sûriyê jî beşdar bibin. Çarenûsa civîna Astana wê wekî Cenêvê be. Ji ber ku nûnerên gelê Sûriyê (taybet MSD'ê) beşdar nabin. Mixabin amadekarên civîna Astana şaştiya nebeşdarbûna hemû aliyên Sûriyê di civînê de dubare dikin. Ger ku bi awayekî cidî dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin pêwîst e bihêlin ku hemû aliyên Sûriyê û nûnerên hemû pêkhateyan beşdarî civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tên lidarxistin bibin. Pêwîste aliyên ku projeya Federaliya Bakurê Sûriyê pêşkeş kirine beşdarî civînê bibin. Ji bo aloziya Sûriyê bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, em amade ne bi her kesî re danûstandinan bikin."