Îrmez: Ger pêşnîyar bibe qanûn dê rejîma zilmê ava bibe

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî niqaşên xalên Qanuna Bîngehîn ên li meclîsê diyar kir ku ev daxwaz bê erêkirin dê pêşeroja hemû kesên li dervê AKP’ê wekî ya Şirnexê be û dibe ku mala her kesî bê xerakirin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bertekên tund nîşanî niqaşên li ser guhertina xalên Qanûna Bingehîn da û diyar kir ku ger ev pêşniyar û daxwazên guhertina qanûnan bên erêkirin û bibin qanûn dê her kes wekî Şirnexiyan bê dîtin û ji bilî endam û rêveberen AKP'ê dibe ku malên her kesî bên xerakirin. Îrmez, di civîna meclîsê de helwesta parlamenterên ku guhertina xalên qanûnê erê dikin rexne kir û wiha got: "Li vî welatî hevserokên partiya 3'emîn ku 6 milyon deng wergirtine îro di girtîgehê de ye. Partiya ku herî zêde şaredarî li herêmê qezenç kirine bi sedan hevşaredar û siyasetmedarên wê girtî ne. Ev kesên niha girtî li gorî qanûna ceza ne sucdar in. Tenê sûcê wan ewe ku di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de destûr nedaye ku AKP bi serê xwe bibe îxtîdar."

EV GUHERTIN NE REWA YE

Îrmez, anî ziman ku guhertinên ku niha tên kirin ne rewa ye û wiha got: "Bajarê ku 157 hezar hilbijêrên wê heye û 3 parlamenterê wê girtî bajarê Colemêrgê niha tev girtî ne. Niha vîna Colemêrgê di guhertina van zagonan de xuya nabe. Ev rewş tenê ji bo gelê Colemêrgê derbas nabe. Ev di heman demê de ji bo Şirnexê jî derbas dibe. Bajarê Şirnexê bi mehan di bin dorpêaçê de ma. Xwestin ji nexeyê paqij bikin. Gelo di dîroka cîhanê de mînakê vê yekê hene? Ji bo gelê Şirnexê jî ev guhertina bi zora AKP'ê pêk tê ne rewa şe. Li bajarekî xera bûbe û talan bûye qanûn nayê çêkirin."

KOMAR RADIBE LI ŞÛNA WÊ REJÎMA ZILMÊ TÊ AVAKIRIN

Îrmez, da zanîn ku herî zêde gelê Şirnexê ku bi mehan de hatine dorpêçkirin û rastî hemû êrîşan tên dikarin wate bidin van guhertinan û wiha berewam kir: "Her çend nûnerên AKP’ê ji bo van guhertinan bêjin rejîm nayê guhertin jî dema em li polîtîkayên AKP'ê yên li ser Şirnexê binerin em bi rehetî dibînin ku Komar ji holê radibe. Li şûna Komarê rejîmek tin tê avakirin. Ev rejîm li dijî hiqûq, sinç û nirxên mirovahiyê ye. Bi van guhertinan dê bi keyfî xanî bên xerakirin. Bi keyfî mirov ji cih û warên xwe bên koçberkirin. Navê vê kejîmê mirin û zilim e. Li dijî vîna demokrasî û çareseriyê bê hurmetî ye. Navê vê rejîmê mêr e. Navê vê rejîmê kesên ji molozan rantê derdixin li hevkarên xwe parve dike ye.

Ev naşibe tu rejîman. Bila her kes zanibe ku ev daxwaz bibin qanûn dê sibê hemû kesên ne AKP'î bibin wekî Şirnexiyan. Dibe ku mala her kesî xera bibe û her kes birçî bimînin. Yên ku meraq dikin bila di înternetê de li halê dawî yê Şirnexê binerin."