DÎSK rêxistinkirina ‘Na’ pêş bixin

ZMÎR - Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu der barê hevdîtinên qanûna bingehîn ên li Meclîsê didomin, diyar kir ku ger paket ji meclîsê derbas bibe dê ji bo di referandumê de kedkar bêjin ‘Na’ xebatên rêxistinê bimeşînin.

Li Meclîsê ku hevdîtinên qanûna bingehîn didomin, di hevdîtinên ku bi rageşî berdewam dikin de gelek made bi dengên parlamenterên AK Partî û MHP’ê bi lezgîn hatin qebûlkirin. Derbarê hevdîtinan de Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu nirxandin kirin. Çerkezoglu, diyar kir ku ger paketê pêşkêşî referandumê bê kirin dê kedkar, xebatkarên cemaweriyê, jin, ciwan û aliyên din ên welat gelek tiştan winda bikin û ji bo di pêvajoya referandumê de kedkar ji paketê re bêjin ‘Na’ ewê xebatan bidin meşandin.

‘DI ŞERTÊN AWARTE DE QANÛNA BINGEHÎN NAYÊ GUHERTIN’

Çerkezoglu, bi lêv kir ku rojeva gel a rast, hizûr, aştî, biratî, krîza aborî, bêkarî, birsî bûne û wiha got: “Tiştên di vê pêvakoyê de bi Tirkiyeyê tê kirin bi qanûna bingehîn qanûn tên binpêkirin, dixwazin dîktatoriya zilamekê teorîze bikin. Ev guhertinên qanûna bingehîn di şertên awarte de tê kirin. Di şertên awarte de qanûna bingehîn nayê guhertin û qanûn nayên amade kirin. Ji ber ku tişta em dibêjin qanûna bingehîn lihevhatina civakê ye. Ya tê ferzkirin bi vekirî guhertina rejîmê ye. Dixwazin Tirkiyeyek ku bi rêveberiya zilamekê ku gotinên ji devê wî derkevin dê wekî qanûn bên hesibandin biafirînin. Dixwazin li Tirkiyeyê hemû mekanîzmayên demokratîk ji holê bên rakirin û welat mehkumî rejîma zilamekê bê kirin. Ji rewşa pergala serokatiyê rewşek cudatir heye, di rastiyê de dixwazin rejîmek zextkar ava bikin.”

Çerkezoglu, anî ziman ku ji bo qanûna bingehîn bikeve meriyetê divê piştevaniya wê li ser zemîna rewabûn û lihevhatina civakê bê avakirin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê ger hûn di encama referandumê lê binêrin qanûna bingehîn a 82’an bi dengên ji sedî 99 hat qebûlkirin. Ji ber pişta xwe nade rewabûn û lihevhatina civakê, ji ber pişta xwe dide qanûna bingehîn a darbeyê tu caran cihê xwe di nava caivakê de ne dît. ji roja ew qanûna bingehîn hat çekirin heta niha em dibînin ku 60 caran qanûna bingehîn hat guhertin lê tiştek bi dest nexistin.”

‘EM Ê KESÊN DIBÊJIN NA BIRÊXISTIN BIKIN’

Çerkezoglu, destnîşan kir ku ew ê li dijî pergala serokatiyê kesên ku dibêjin ‘Na’ birêxistin bikin û wiha got: “Ger rêveberî bikeve destê zilamekê û hemû tişt bi gotinên wî bê kirin, dê mafê xwerêxistinkirin, li mafê xwe gerîn ê karkeran û destkeftiyên wan ji holê rabe. Ji ber vê yekê em ê di serî de civaka Tirkiyeyê, kedkarên ku dê gelek tiştan winda bikin û kesên ku dibêjin ‘Na’ birêxistin bikin. Em ê ji hemû karkeran re ka dê di vê pêjavajoyê de çi winda bikin vegotin. Em ê ji paket di meclîsê re derbas nebe ji parlamenterên AKP û MHP’ê nameyan bişînin û ji wan re ravebikin ku dê ji ber çi bêjin na. Em ê roja Çarşemê nameyan ji wan re bişînin. Ji bo pêvajoya herî berfireh a Na bê birêxistinkirin divê hemû partiyên siyasî, komeleyên elewiyan, rêxistinên kedê, saziyên muxalif xebatên xwerêxistinkirinê bidin destpêkirin. Divê pêvajoyek hevbeş bê birêvebirin. Ger ev paket di meclîsê re derbas bibe, dê di pêvajoya referandumê de xebatek hevgirtinê ya ku heta niha li Tirkiyeyê ne hatiye dîtin bê meşandin.”

Sakip Yaşar - Ruken Demîr/dîhaber