HDP dê ji bo "Na" bixebitin

ENQERE - Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ger wekî tûra yekemîn pêşniyarên guhertina xalên Qanûna Bingehîn bên erêkirin û biçin referandumê dê ji bo helwesta "na" xebatê bimeşînin. Bîlgen, da zanîn ku ji bo helwesta "Na" dê hemû cûreyên xebatê bimeşînin.

Navenda HDP'ê piştî pêşniyarên guhertina xalên Qanûna Bingehîn di tûra yekemîn de hatin erêkirin Lijneya Rêveberiya Navendî kom kir. Di civînê de Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, bal kişand ser aboriya Tirkiyê û wiha got: "Her çend bêjin pirsgirêk tune jî her ku diçe qîmetê TL’ê kêm dibe. Hêza kirînê her ku diçe winda dibe. Betalî zêde dibe. Di demek kin de 500 hezar mirov betal man.

CÎHAN LI ALIYEKÎ TIRKIYE LI ALIYEKÎ

Bîlgen bal kişand ser azadiya çapemeniyê û wiha berdewam kir: "Ji bo me azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê girîng e. Li Tirkiye 143 rojnameger girtî ne. Bi qasî nêviyê rojnamegerên girtî yên li cîhanê ew qas rojnameger li Tirkiye girtî ne. Rojnamegerên 24 rojin di bin çavan de ne hene. Ev ji bo rewşa rojnameger û çapemeniyê şerm e.

'WEKÎLÊ ME JI BER GOTINA XWE RASTÎ LÎNCÊ HAT'

Bilgen, bal kişand ser êrişa li dijî wekîlê HDP'ê Garo Paylan û wiha got: "Van qanûnan ji civakê vedişêrin û direvînin. Guhertina bi vî rengî nayê qebûlkirin û ne rewa ye. Li dijî rewatiya Qanûna Bingehîn darbe ye. Wekîlên me nikarin dengê xwe bikar bînin. Wekîlê me Garo Paylan ji ber gotinek xwe rastî êrîşa lîncê hat. Ger ku tûra duyemîn jî di şertê OHAL'ê de bê erêkirin dê bibe Qanûna Darbkeya OHAL'ê. Ev Qanûna Bingehîn dê dijrewa û ne fermî be."

DARBE PÊK BIHATA JÎ DÊ HEMAN TIŞT BÛBA

Bîlgen, rêbaza guhertina qanûnan rexne kir û wiha berdewam kir: "Bi van guhertinan erk û peyvira parlamentoyê ji destê wê tê girtin. Di 15'ê Tîrmehê de bombe avêtin parlamentoyê. Xwestin parlamentoyê bê peyvir bihêlin. Niha jî em dibînin ku dixwazin parlamentoyê bê peyvir bihêlin. Kenan Evren jî ev pêkanîn xeyal nekir.

'EMÊ CIVÎNAN PÊK BÎNIN'

Bilgen, da zanîn ku bi van guhertinan dixwazin civakê terbîye bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em dê têkildarî van mijaran bi beşên cuda yên civakê re civînan pêk bînin. Em dê kampanya bidin meşandin. HDP dê bêje "Na". Em bang li Parlamenterên AKP û MHP'ê dikin ku ji vê rewşê re bêjin bes e. Em dê ji bo di Referandumê de helwesta "Na" pêş bixin bi her awayî xebatê bikin. Divê helwesta "Na" bibe wesîleya xêrê. Em debi hemû pêşen û beşên civakê re di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin. Her partî dê xebatên xwe bimeşînin.