Huqûqnasên navnetewî: Tecrîd polîtîk e, bi piştevaniyê dikare bê rakirin

ENQERE - Nûnerên asta bilind ên Yekîtiya Hiqûqnasên Cîhan û Ewropayê ku ji bo Konferansa Hiqûqê hatin Tirkiyeyê diyar kirin ku bi OHAL'ê re demokarsiya li Tirkiyeyê bi temamî ji holê hatiye rakirin, şert û mercên salên 80'î tên jiyîn. Hiqûqnasan anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan polîtîk e û bi bihevrebûn û piştevaniyê dikare ji holê bê rakirin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Huqûqnasên Ewropayî ya Li Cîhanê Demokrasî û Mafê Mirovan (IADL) Tomas Schmidt û Sekreterê Giştî yç Yekîtiya Huqûqnasên Demokrat a Navnetewî (ELHD) Jan Fermon ê ji dîhaberê re axivîn, balê kişand in tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çewisandinên li dijî kurdan, sepandinên OHAL'ê û hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn.

'RASTÎ GELEK SEPANDINÊN DERHUQÛQÎ HATIM'

Fermon ragihand ku, ew gelek caran hatiye Tirkiyeyê û diyar kir ku, ew li Tirkiyeyê gelek caran rastî derhuqûqiyan hatiye. Fermon diyar kir ku, ew cara ewil di 1993'yan de hatiye Tirkiyeyê û got, ew Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî yê hat qetilkirin jî ji wê serdemê ve nas dike.

'DI WARÊ MAFÊ MIROVAN DE PIR TIŞ NEGUHERÎNE'

Fermon wiha got: "Wê demê li ser parêzeran, rojnamegeran, mexdûrên ku gundên wan hatibûn valakirin bi awayekî zêde çewisandin hebûn. Di asteke xeternak de bû. Me serdana kesên gundên wan hatibûn valakirin û şewitandin kir. Ji wê rojê heta niha di warê mafên mirovan de li Tirkiyeyê pir guherîn çênebûne."

'SEPANDINÊN SALA ÇÛYÎ YÊN LI CIZÎRÊ DI 1993'AN DE JÎ HEBÛN'

Fermon balê kişand ser binpêkirina mafan ên di dema qedexeyên derketina derve de û wiha axivî: "Sepandinên qedexeya derketina derve yên sala çûyî li Cizîrê pêk hatin, di 1993'yan de jî hebûn. Dîsa em bûn şahidê ku Şirnex bi temamî hat şewitandin, duxana ku ji Cizîrê hêl dibû. Yanî di pirgirêka kurd de çavkania problemê nehtaiye çareserkirin û hîn kurd negihaştina mafên xwe yên bingehîn."

'ÇEWISANDINÊN LI SER OCALAN POLÎTÎK IN'

Fermon tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rexne kir û wiha axivî: "Her tiştên der barê Abdullah ocalan derqanûnî ne. Ya ewil girtina wî ya derhuqûqî, di vê girtinê de huqûqa navnetewî hat qetilkirin. Berdewamiya vê, darizandina wî ya heta niha." Fermon ragihand ku, li ser Abdullah Ocalan bi awayekî cidî çewisandinên polîtîk hene û wiha got: "Ji bo parastina Ocalan li Ewropayê huqûqnas hatin diyarkirin, lê ev 15 sal e serdana wî nekirine. Ji ber van sedeman, tişta bingehîn a çewisandinên li ser wî ew e ku, hemû polîtîk in."

‘YEKÎTIYA CIVAKÎ DIKARE TECRÎDÊ JI HOLÊ RABIKE'

Fermon anî ziman ku, divê dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê û dest nîşan kir ku, hikûmeta Tirkiyeyê destûra rakirina tecrîdê nade û got, ew di wê qenaetê de ye ku, dê ev rewş bi huqûqê çareser nebe. Fermon têkildarî rakirina tecrîdê wiha got: "Bi pêwendiyeke navntewî, bi dilariyî û bi yekîtiyeke civakiyî rakirina tecrîdê pêkan e. Hikûmetên YE'yê di bereka van porzîsyonên min diyarkirin de dikarin hikûmeta Tirkiyeyê hişyar bikin."

‘BIDAWÎBÛNA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ EV ROJ BI XWE RE ANÎN'

Schmidt jî diyar kir ku, li Tirkiyeyê demokrasî tune ye û got, di rewşeke pir xerab de ye. Schmidt wiha axivî: "Zêde li Tirkiyeyê mam. Sedema hatina min a Tirkiyeyê, têkildarî pirsgirêkên mafên mirovan bû. Ji 1995'an ve diçim û têm. Heke di navbera dewlet û PKK'ê de hevdîtin pêk bên, dê li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de geşedanên baş xwe bidin der. Di wê qenaetê de me ku, sedema bingehîn ya binpêkirina mafên mirovan jî ev e."

‘LI HOLÊ FIRDIKEKE DEMOKRASIYÊ JÎ TUNE YE'

Schmidt diyar kir ku, li Tirkiyeyê bi îlankirina OHAL'ê re firdikeke demokrasiyê jî li holê nema ye û wiha got: "Bi OHAL'ê re demokrasî mahf bû. Girtina parlementerên HDP'ê mînaka vê ya herî aşkere ye. Em dibînin, di vê pêvajoyê de HDP'yîbûn, endamtiya HDP'ê zaf zor bûye. Wek partî rastî gelek binpêkirinên mafan hatin."

'DIVÊ QANÛNA BINGEHÎN DEMOKRATÎK BE'

Schmidt herî dawî blê kişand ser guherînên pêşnûmaya Qanûna Bingehîn û wiha got: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a nû heye. Lê em guherandineke bi vî awayî taswîp nakin. Divê qanûneke bingehîn a ku bêtir demokrasiyê dihebîne bê çêkirin. Mesela ji bo kurdan, divê qanûneke bingehîn a bêtir demokrasiyê di xwe de dihebîne bê çêkirin. Ne pêkane ku Tirkiye pirsgirêkên xwe bi qanûneke bingehîn a otorîter çareser bike."

Selman Gozelyuz - Dîhaber