Raportorê NY'ê Kaye: Me ew qas jî rewşa Tirkiye teqmîn nedikir

ENQERE - Raroptorê Neteweyên Yekîtîya (NY) Davit Kaye ku ji bo demekê hatiye li Tirkiye lêkolîn dike fikarên xwe yên der barê Tirkiye de anî ziman û diyar kir ku wan nezabîbû ku li Tirkiye ew qas binpêkirina mafan zêde ne û nizabûn ku dê ew qas xerab bibe.

Raportorê Azadiya Raman û Îfadeyê yê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) David Kaye, piştî çavdêriyên li Tirkiye rapor amade kir û têkildarî çavdêriyên xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Kaye, piştî daxuyaniyê ji Tirkiye veqetiya. Kaye, piştî lêkolîn û rapora xwe amade kir dê raporê pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropa bibe. Kaye, berî ku ji Tirkiye veqete pirsên dîhaberê bersivnad.

Kaye ku piştî 17 sal şûnde hat Tirkiye sala par ji bo bê Tirkiye serlêdan kiribû. Kaye têkildarî hatina xwe ya Tirkiye wiha got: "Ji bo em welatekî ziyaret bikin divê em bên dawetkirin. Me sala par daxwaza xwe ya hatina Tirkiye bi hikûmetê re parve kiribû. Piştre wan em dawet kirin. Me ev ziyareta xwe sala par di meha sibatê de plan kiribû. Me daxwaza xwe ya ziyaretê di serdema ku înternet hat qutkirin û azadiya mafê ramanê di bin tundiyê de bû anî ziman.
Salek berê me daxwaza xwe anî ziman. Me nizanîbû ku dê rewş ew qas xerab bibe. Berê jî pirsgirêk zêde bûn. Lê piştî 15'ê tîrmehê ne zinabû dê ew qas rewş xerab bibe. "

Kaye, têkildarî ziyaretan û gera xwe jî destnîşan kir ku ew bi gelek nûner û saziyên dewletê re hatin cem hev û bi gelek saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin kirin. Kaye, da zanîn ku bi taybetî bi rojnamegeran re têkildarî medya re hevdîtin kirin û wiha got: "Ne tenê li Enqere, li Stenbolê jî hevdîtinên me çêbûn.
Me xwest bi rojnamegerên li Silivrî û Bakirkoyê re hevdîtin bikin. Me xwest bi girtiyên li Sincanê re jî hevdîtin bikin. Lê destûr nedan ku em li girtîgeha Sîncanê hevdîtin bikin. Destûr nedan ku em bi Asli Erdogan re jî hevdîtin bikin. Sedema vê yekê jî ji mere negotin. Ji ber vê yekê em nizanin çima destûr nedan ku em bi hin rojnamegerên girtî re hevdîtin bikin.

DIXWAZIN BI TEVAHÎ MEDYA KURD BÊDENG BIKIN

Kaye, da zanîn ku dixwazin bi tevahî medya kurd bêdeng bikin û wiha got: "Saziyên radyo û televîzyonan gelek saziyên çapemeniyê û rojname girtin. Dîsa medya muxalif bêdeng kirin. Rojnamegerê muxalif hatin girtin û înternet qut kirin. Ez jî baş ne bawerim çima ev kirin. Lê em dizanin ku tora ragihandinê ya di navbera mirovan de tê astengkirin û tengkirin. Di siyasetê de her tişt kalikê xwe nû dike. Serokomar di rojekê de bi kesekî re dibe dost, roja din tê guhertin. Her tişt rojane tên guhertin. Ez talûkeyek din li vir dibînim. Tirkiye di qada hiqûq û mafên mirovan de dê rewşa wê çi be? Ger ku Tirikye dîsa cezayê îdamê bine dê Konseya Ewropa deriyê xwe li Tirkiye bigire. Li gorî min talûkeya herî mezin merseleya cezayê darvekirinê û têkiliya bi Konseya Ewropa re ye.


Kaye, têkildarî daxuyaniya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê Prince Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein a der barê qetilkirina 100 mirovên li Cizîrê jî axivî û wiha got: "Piştre tu peşketin çênebû. Saziyên kurdan û gelê kurd bawer dike ku hêza navneteweyî zêde bertek nîşan neda. Baweriya gelê kurd a li hemberî NY'ê kêm dibe. Weki tê zanin ku Tirkiye ji ber qeyrana penaberan penaberan li dijî Ewropa wekî koz bikar tîne. Em nizanin ku Ewropa li dijî vê yeke helwestek çawa nîşan daye. Gerku berê bertekên xurt hatibûna nîşandan, ev dê cuda pêş ketibûya.
Ez Emerîqayî me. Dema ku em li dewletan dinerin em dibînin ku naxwazin tiştekî bikin. Zimanê hemû dewletan heman tişt. Ji fikarê wêdetir tiştek pêş nakeve.

Denîz Nazlim / Selami Aslan - dihaber