HDP: Na dê bibe destpêka xêrek nû

ENQERE - Berdekê HDP'ê Ayhan Bilgen, wekilên AK Partiyê yên bi tirsê pêşnûneyan erê dikin rexne kir û wiha got: "Yên ji tirsan van zagonan erê dikin tişta ku jê ditirsin dê bê serê wan. wekîlên AKP'ê yên berê dê ji bo "Na" dakevin qadan. Em bawer dikin ku "Na" dê bibe wesîleya xêrê."

Li gel bertek û nerazûbûna saziyên sivîl û dengê civakê AK Partî û MHP bûn yek û 18 xalên Qanûna Bingehîn ku rê li pêş pergala Serokdewletiyê vedike û erka Serokomar bêtir zêde dike li meclîsê erê kir. Tura yekemîn bi erêkirina 18 xalan bi dawî bû tura duyemîn dest pê dike. Tê payin ku dîsa bi hevkariya AK Partî û MHP'ê tura duyemîn jî bê erêkirin. Ji bo pêvajoya Referandumê gel bêje "NA" HDP'ê nexşerêyek derxist û armanc dike ku bi hemû pêşengên saziyên sivîl ên civakî re civinan pêk bîne û bi hevre gel ji bo "Na" bi rêxistin bikin." Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ayhan Bilgen, têkildarî pêvajoya nû axivî û diyar kir ku ew bawer dikin ku xebatên ji bo "Na" dê bibe wesîleya xêr û aştiyê.

Bîlgen, anî ziman ku êdî tiştekî winda bikin tune û wiha got: "Di şertên OHAL'ê hemû azadiyên civakê ji destê wê hatiye derxistin. Di milê binçavkirin, girtin, binpêkirina mafan de em serdema herî xerab dijîn. Rewşa girtîgehan wêneya azadiyê datîne pêşberî me. Her tiştî wekî gul û gûlistan didin nîşandan. Tirsa ku ev qanûn neyên erêkirin wekî tiştê xerabtir bên pêşberî me nîşan didin. Lê hêj ji van zext û despotiyê wêdetir zilm çênabe."
Ger ku ev pêşnûma têkevin meriyetê pêşerojek aloz û kaos dê derkeve pêşberî me. Dê pêşerojek nediyar bê avakirin.

RÊBAZA ÇARESERIYÊ 'NA' ye

Bilgen, xwest ku helwesta "na" û helwesta "êrê" bê zanîn ku dê pêşeroja welêt bibe ku û wiha got: "Em dê encama "Na" û encama "erê" bi civakê re parvebikin. Ger ku "Na" derkeve dê rê li pêş tirs, xof, zordestî û zextan bê girtin. Ger ku "erê" dereve dê gef, zordestî serdestî, zilm pêş bikeve. Dê mirinê nîşan bidin û bi nexweşiyan razî bikin. Dema em li yekûna dengê AK Partiyê û MHP'ê binerin divê "erê" derkeve. Lê rewşa civakê û kesên dengê xwe dane wan ne wisa ye. Ew jî dizanin ku kesên di sindoqê de dengê xwe daye wan piranî nabêjin "erê" Ew jî dizanin ku piştî 15'ê tîrmehê çi bi serê civakê de hatiye. "

'YÊN BERÊ DI AKP'Ê DE BÛN DÊ BÊJIN 'NA'

Bîlgen destnîşan kir ku ew çend navên berê di rêveberiya jor ya AKP'ê de bûn nas dike û wiha axivî: "Kesên ku di sazumankariya AKP’ê de cih girtin û peyvirek girîng dabûn ser milê xwe niha dibêjin 'Emê dakevin qadê. Dê zext û zordariya Erdogan bi civakê re parve bikin. Diyar dikin ku dê ji bo peşeroja welat dakevin nava civakê. Niha AKP bi tirsa Hilbijartina pêşwext bingeha xwe çavtirsandi dike. Ez jî dibêjin ger ku "erê" derkeve wê demê çawa dilê wan bixwazin dê li gorî wê tev bigerin."

HIŞMENDIYA BERÊ DIDOME

Bîlgen, têkildarî bertekên li dijî gotinên "Kurdistan" û "Komkujî" yê jî anî ziman ku bertekên li meclîsê derketin holê nîşan dide ku hêj hişmendî nehatiye guhertin û hişmendiya înkar, îmha û bişaftinê didome. Bîlgen, bilêv kir ku îro awa di nava van şertan de avakirina qanûna bingehîn rewa be pêvajo ji ew qas rewa ye û wiha got: "Îro em di bin qedexeyan de ne. Wekîl, rojnameger, siyasetmedar dîl hatine girtin. Di vê pêvajoyê de niqaş û raman dê çiqas azad be. Li Meclîsê dengê wekîlan tê qutkirin. Naxwazin fikrên xwe bînin ziman. Niha 3 partî dibin yek û dikevin nava hewldana êrîşî wekîl bikin."


TIRKIYE BER BI KOALISYONA AKP MHP'ê VE DIÇE

Bîlgen, da zanin ku ew bawer nake ku piştî karê Erdogan bi MHP'ê biqede dest ji hev berdin û wiha got: "Ez dijberî vê yekê difikirim. Tirkiye ber bi koalisyona ku bi piştgiriya MHP'ê pêş bikeve ve diçe. Demek dirêje hewldana "hikûmeta mutabakat" ava bikin heye."

ERDOGAN JI REFERANDUMÊ BI FIKAR E

Bîlgen, da zanîn ku encamên anketan nîşan dide ku dê wekî daxwaza Erdogan pêş nekeve û wiha berdewam kir: "Erdogan ji encama referandumê bi fikar e. Dema dengê dengê xwe û MHP'ê dîne cem hev heta ji sedî 65'an dikare deng bistîne. Lê niha bi fikar e ku ji sedî 51 deng derbas neke. den Ger ku wekî garantî ji sedî 30-40 "Na" hebe û yên bê biryar jî neyê hesibandin ev nîşan dide ku partiya wan biçûk dibe. Yani niha nîşan dide ku partiya wî û partiyek din bûne yek û nikarin bigêjin rêjeya berê. Ger ku dengê "na" derkeve ji hilbijartinek nû zêdetir dê hevsengiya nava partiya xwe ji nûve saz bike. Dê rêveberiya AKP'ê ya îro li holê nemîne. Dê rêveberî ji nûve bê nûkirin. Dibe ku ji nûve Serokwezîr bê hilbijartin. Dibe ku kesekî bêtir nêzî xwe hilbijêre ango bi koalîsyona MHP'ê ji nûve rêveberiyekê ava bike. Piştî referandumê dê gelek partiyên din di nava xwe de niqaşekê bimeşînin.

Deniz Nazlım / Selman Gozelyuz - dihaber