‘Li dîwarê meclîsa Ulusê binerin dê Kurdistanê bibînin'

ENQERE - Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, di civîna meclisê de axivî û têkildarî niqaşên "komkujî" û "Kurdistan" diyar kir ku bila zahmet bikin biçin li dîwarê avahiya Ulusê binerin û dê bibînin ku li meclîsa ku niha muze ye Kurdistan ve Laziztan heye.

Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, di civîna koma Partiya xwe de têkildarîn niqaşên dawî axivî. Bilgen li ser niqaşên qanûna bingehîn, aborî û têgehên Kurdistan û Komkujiyê agahî da. Bilgen, bal kişand ser daxuyaniya Serokomar Erdogan a "Ev parlomento bi vê rêziknameyê bi rêve naçe" û wiha got: Serokomar ji çi bêzar e. Çi wî aciz dike? Serokomar tenê ne ji parlamento aciz e. Di heman demê de ji partiyên siyasî jî aciz e em meraq dikin. Ji bo wî 4 partî zêde ne. Dixwazin 2 partî bin. Ger ku li gorî daxwaza wî paketa guhertina zagonan derbas bibe dê bêje 2 partî zêde ne. Dê bêje bila yek partî hebe."

500 HEZAR BETAL ZÊDE BÛN

Bîlgen, bal kişand ser pirsgirêka aborî û betaliyê jî û anî ziman ku li gorî daneyên TUÎK'e di salek dawî de 500 hezar karker betal man û betalî her sal neçar dimînin ku 900 hezar kesan re kar peyda bikin. Li aliye din TL li hemberî dowîzan qîmetê xwe winda dike. Dolar zêde dibe TL bêqîmet dibe.

KURDISTAN LI DİWAIRÊ MECLÎSA ULUSÊ YE

Bilgen, têkildadrî hewldana lînca parlamenterê HDP’ê Garo Paylan a ji ber gotina "Komkujî" jî nexne kir û wiha got: "Di bin vê baneyê de em rastî hemû bê ahlaqî, çêr û tiştên xerab hatin. Ji bo wekilê me 3 rûniştinan cezayê tev li cînan nebe dan. Ev helwestek siyasî ye. Li dijî hiqûqê ye. Niqaşên têgeha 'Kurdistan' dikin. Bila biçin li dîwarê meclîsa Ulusê binerin. Bila zahmet bikin biçin li dîwarê avahiya Ulusê binerin û dê bibînin ku li meclîsa ku niha muze ye Kurdistan ve Laziztan heye. Dê li wir binerin ku li bin navê mebûsan navê mebûsê Kurdistan û mebûsê Laziztanê heye.

Bilgen, dîmenên ku li Sûrê derketin holê jî rexne kir û xwest ji wan dîmenan şerm bikin.