ENQERE - Guhertinan qanûna bingehîn ku pergala serokomariyê tîne û di tora yekemîn de bi dengên AK Partî û MHP’ê ji benda 330 derbas bû, dê tora dengdayînê ya duyemîn îro li Meclîsê destpê bike. Bi taybet ji bo tora duyemîn kesên dibêjin “Erê” bi fikarin û tedbîrên vê tên girtin.
Li Tirkiyeyê ku di pêvajoya OHAL’ê de guhertinên qanûna bingehîn ên krîtîk tên kirin tora duyemîn îro li TBMM’ê destpê dike. Paketa ku 18 madeyên wê di tora yekemîn de bi dengên AK Partî û MHP’ê derbas bû, dê qedera paketê tora duyemîn nîşan bike. Her çiqas made bi dengekê bilind ji tora yekemîn derbas bûn jî ger di tora duyemîn de ji 330 dengan kêmtir bistîne dê neyê qebûlkirin.
GIHIŞT ASTA KRÎTÎK
Paketa ku AK Partî bi israr dixwaze di meclîsê re derbas bike û ji bo wan vegeriya ye “meseleya hebûn û tune bûnê” di tora duyemîn de jî hesabên zirav dikin. AK Partî û Serokê Meclîsê yê MHP’ê Îsmaîl Kahraman û kesên bi wî re Serokwekîl Ahmet Aydin, dema dengên wan bên derxistin dê 354 kursî bimînin. Lê dema encamên dengdayîna tora yekemîn bê nirxandin, di serî de palamenterên ku dengê vale, derbasnedar û ret bikaranîn de ji aliyê AK Partî û MHP’ê ji 10 deng vala derketin. Ger ev valabûna dengan bigihe 20’î dê qanûna bingehîn ji bo herdu aliyan bikeve xeteriye.
Ji ber vê di tora yekemîn de bi parlamenterên xwe dengdayîna vekîrî dan kirin û eniya “dengê erê” bikaranîn gotin “ev ne li dijî demokrasiyê ye” dihizirin ku di tora duyemîn de hîn pêhtir bixebitin. Ji ber vê yekê di dawiya dengdayîna tora yekemîn de gefên “hilbijartina pêşwext” û “dê caekdin nebin parlamenter” li parlamenteran xwarin. Piştre bi taybet di dema krîtîk de bi parlamenteran re yek bi yek hevdîtin pêk anîn.
Ger pêşnûme bi vî halê xwe pê qebûlkirin dê ji aliyê serokomar ve bê qebûlkirin û dê di nava 90 rojan de biçin referandumê. AK Partî ji bo dîroka referandumê hefteya yekemîn a Nîsanê hesab dikin û ev jî nîşan dide ku dê pêşnûme demildest ji aliyê Erdogan ve bê qebûlkirin. Di heman demê de ev tê wateya dê di şertên OHAL’ê de pêşnûme bibinpêşberî gel û bi awayekî newekhevî bê dengdayîn.
GER PÊŞNÛME DI MECLÎSÊ RE DERBAS NEBE!
Ger madeyên pêşnûme hemûyê, û pergala serokatiyê, bêkarhiştina meclîsê û guhertinên veguhestina kesên di saziyên dadgehê de neyên qebûl kirin, ligel ku gefên hilbijartina pêşwext tên xwarin jî tê gotin dê herdu partî çûna hilbijartinan negirin berçavan. Ger pêşnûme di meclîs û referandumê re derbas nebe, hêviyên dê li dijî bijehrîbûna siyasetê, siyast bi hevseng bibe.